BI DÎMEN

Mala Êzidiyan polîtîkayên PDK'ê şermezar kir

Mala Êzidiyan a li Çiyayê Şengalê, ku ji lîderên gelek eşîran pêk tê, nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên dema dawî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku civaka Êzidî wê tiştên PDK'ê beriya niha kiriye, ti carî ji bîr neke.

Mala Êzidiyan li Çiyayê Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku civaka Êzidî wê êdî çarenûsa xwe radestî partiyan neke.

'PDK'Ê GEL BI TENÊ HIŞT'

Berpirsyarê Mala Êzidiyan Pîro Qero ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew ê xiyaneta li wan hatiye kirin, ji bîr nekin. Qero got, "Yên ku bi kêrî pîrozmendiya me ya Êzidî nayên, bila zerarê nedin me. Em doza mafê civaka xwe ya Êzidî dimeşînin. Xiyanet li me hat kirin. Yên ku dijminatiyê li me dikin diyar in. Xiyaneta li me hatiye kirin diyar e. Niha careke din dixwazin destê xwe dirêjî civaka me ya Êzidî bikin. Em wan hişyar dikin; destê xwe vekişînin. Ey PDK! Bêyî tu li dû xwe binêre, tu reviya û çû. Te gel li vê derê bi tenê hişt. Bi zanebûn te gel jî hişyar nekir. Te gel birêxistin nekir. Te çek neda gel. Zêdeyî 17 hezar dayikên me, keçên me û zarokên me di nava lepên dijmin de hişt û tu reviya."

'YÊN KU EM DI NAVA LEPÊN DIJMIN DE HIŞT, NIKARIN ME AZAD BIKIN'

Qero diyar kir ku PDK'ê xiyanet kiriye û destnîşan kir, ku ti kes wê vê xiyanetê ji bîr neke. Qero got, "PDK'ê ji bîr kiriye ku zêdeyî 17 hezar mirovên me di nava lepên dijmin de hiştiye û niha radibe dibêje 'Ez ê Şengalê azad bikim'. Ev yek bêwate ye. Em weke Mala Êzidiyan û canfedayên civaka Êzidî vê yekê qebûl nakin û dixwazin bêjin ku em ê xiyanetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê careke din nekevin nava xefikên we. Em ê êdî nebin pêlîstoka ti kesî.

Bila civaka me ya Êzidî neyê van lîstikên erzan. Bila destûrê nede ku hin kes rabe li ser civaka Êzidiyan bazariyê bikin. Bang li civaka me ya Êzidî dikin; Werin em di nava biratiyê de doza mafê bimeşînin. Duh em terikandin, reviyan û çûn. Divê em wan ji bîr nekin. Weke civaka Êzidî û Mala Êzidî em vê qebûl nakin. Destê xwe ji Şengalê vekişînin. Şengal a civaka Êzidî ye. Tirba me ye. Piştî azad jî bû, em ê ji vir danekevin. Weke canfedayên civaka Êzidî em ê ji vir danekevin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

'EM Ê ALÎKARÎ Û ŞEHÎDÊN PKK'Ê JI BÎR NEKIN'

Piştî daxuyaniyê endamên Mala Êzidiyan ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kir ku civaka Êzidî wê ti carî alîkarî û şehîdên PKK'ê ji bîr neke. Êzidiyan diyar kirin ku Şengal warê Egîdan e, çavkaniya jiyana civaka Êzidiyan e, Êzidî wê mirovên xiyanet li wan kirine û ew firotine ji bîr neke û anîn ziman ku Şengal ne malê Barzanî û PDK'ê ye."

...