KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tê gotin, yên êrîşî gel dikin bi Erebî diaxivin
Hat îdîakirin, ku di nava hêzên dewleta Tirk ên li Farqînê êrîşî gel dikin de, komek heye û ev kom di nava xwe de bi Erebî diaxive. -
Aydogan: Em ê gelê Farqînê neterikînin; xwedî li berxwedanê derkevin
Parlamentera HDP'ê Aydogan a ku li Farqînê bi gel re li ber xwe dide got, "Heta dawiyê em li vir in û em ji her kesî dixwazin ku bên vê derê û xwedî li berxwedanê derkevin." -
Li Farqînê zarokekî din birîndar bû, zexta koçberiyê li gel tê kirin
Di êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên li Farqînê de zarokên bi navê Abdullah Guney û Îbrahîm Yazkent birîndar bûn. Li navçeyê berxwedana li dijî terora dewletê dewam dike. Polîs ji hoparlora mizgeftê zexta koçberiyê dikin, gel jî li ber xwe dide. -
Li Farqînê êrîşa hewayî, agahiyên têrker ji 3 taxan nayê wergirtin
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, ku derketina derve lê qedexe ye, êrîşa hewayî hat kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene. -
Beşeke mezin a Xatûniyê ket bin kontrola hêzên HSD'ê
Beşeke mezin a bajarokê Xatûniyê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Hêzên HSD'ê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê kirin. -
Gelê Şengalê naxwaze PKK biçe
Gelê Şengalê nerazîbûn nîşanî nûçeyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê yên li ser derketina PKK'ê ji Şengalê da. Şengaliyan destnîşan kirin ku ew ê vê rewşê ti carî qebûl nekin û diyar kirin, ku eger PKK biçe, ew ê jî bi PKK'ê re biçin. -
HPG'ê 6 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
HPG'ê 6 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Wezîfeya me ya dîrokî ye ku em têkoşîna wan a bi biryar bigihînin serketinê." -
Di teqîna li Kerboranê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Kerboranê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqînekê rû da. Di teqîna ku wesayîta zirxî derb xwar de, ji ber parçeyên şarapnelê kesekî bi navê Ramazan Tarî (47) jiyana xwe ji dest da. -
Ji Cizîrê tevahiya şevê dengê çekan hat
Li Cizîrê, ji ber êrîşa polîsan a li hemberî Taxa Yafesê, li navenda navçeyê tevahiya şevê dengê çekan hat. -
Li Farqînê operasyona leşkerî destpê kir
Li Farqînê, hem li navenda navçeyê hem jî li qada bejahî operasyona leşkerî hat destpêkirin. -
Aldar Xelîl: Dewleta Tirk li dû provokasyonan e!
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêngavek ber bi Cerablûsê ve di rojeva wan de nîne û destnîşan kir, ku dewleta Tirk li dû provokasyonan e. -
Waliyê berê yê Kerkûkê: Divê pêşeroja Kerkûkê ji aliyê Kerkûkiyan ve bê diyarkirin
Waliyê berê yê Kerkûkê Abdûrrahman Mûstafa ku di navbera salên 2003-2011'an de 8 salan Kerkûk bi rê ve bir destnîşan kir, ku divê statû û sîstema Kerkûkê, ji aliyê gelên Kerkûkê ve were diyarkirin. -
Hevşaredara Nisêbînê hat tehliyekirin
Hevşaredara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Sara Kaya hat tehliyekirin. -
8 şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê spartin axê
Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di demên cuda berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin. -
Gelek tank sewqî Farqînê hatin kirin
Li Farqînê bi qedexeya derketina kolanan re êrîşên dewleta Tirk ku di roja 8’emîn de didomin gelek wesayîtên leşkerî û tank sewqî navçeyê hatin kirin -
Gunduz û Sînbag ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyê Mehmet Gunduz û Yakup Sinbag ên duh li Farqînê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, ji aliyê hezaran kesan ve li Farqînê hatin definkirin. -
Gel li Farqînê barîkatên polîsan derbas kir û ket taxan
Li navçeya Farqînê qedexeya kolanan di roja 8'emîn de berdewam dike, berxwedana gel jî li dijî qedexeyan sînoran nas nake. -
Artêşa Tirk êrîşî Kobanê kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk li ser çeperên wan didomin. Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Ebik Şêx de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. -
Di teqîna li Farqînê de gelek polîs birîndar bûn
Li nêzî qereqola gundê Bagdere yê girêdayî Farqînê dema otobusa polîsan derbas dibû teqîn pêk hat, di teqînê de gelek polîs birîndar bûn. -
HPG: Li Amedê 4 hevrêyên me şehîd ketin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên 7’ê Mijdarê di pevçûna li bejahiya navçeya Pîran a Amedê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Êrîşa çeteyan a li Şengalê hat paşdexistin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 9’ê Cotmehê li Şengalê hat paşdexistin û çeteyek hat kuştin. -
Taziyeya gerîlayê HPG’ê Nîllî bi girseyî tê ziyaretkirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Nîllî (Dijwar Xavuşta) ku li Taxa Bostanîçî taziye hat dayîn, mala taziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin. -
DÎHA cara 26. hat astengkirin - HAT NÛKIRIN
TÎB’ê cara 26. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) asteng kir. -
'Em piştevaniya gelê Farqînê bikin'
Li Amedê bi pêşengiya rêxistinên HDP’e û DBP’ê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, banga piştevaniya bi gelê Farqînê re hat kirin.