'Em piştevaniya gelê Farqînê bikin'

Li Amedê bi pêşengiya rêxistinên HDP’e û DBP’ê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, banga piştevaniya bi gelê Farqînê re hat kirin.

Bi armanca protestokirina qetilkirina sivîlên li Farqînê, bi pêşengiya rêxistinên HDP’e û DBP’ê yên bajarê Amedê li pêşiya AZC Plaza daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Îmam Taşçier û hin rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca di çalakiyê de wiha axivî: “Di qedexaya kolanan a 8 rojan de, li Farqînê mirinên sivîl çêbûn û ji bo dewlet karibe van mirinan meşrû jî bike her mirovê mir bi navê terorê pênase kir. Li Farqînê her rojên qedexeya kolanan mirov dimirin, ev rewş êdî nayê qebûlkirin. Dewletê 8 caran Farqîn şewitand, hilweşand, talan kir. Werin em piştgiriyê bidin gelê Farqînê. Di roja 8’emîn de em li Farqînê jiyanek nû ava bikin.”

Ûca bal kişand ku li Kurdistanê tecrîdên heyî ne tenê bi Farqînê re sînordar e û wiha berdewam kir: “Îro ne tenê li gelê Farqînê, di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd giştî heye. Werin em bi hev re piştevaniya têkoşîna azadiya Rêbertiya xwe û xwerêveberiyên xwe bikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi gotina dirûşma, “Kurdistan wê ji bo faşîstan bibe goristan”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.