Aydogan: Em ê gelê Farqînê neterikînin; xwedî li berxwedanê derkevin
Parlamentera HDP'ê Aydogan a ku li Farqînê bi gel re li ber xwe dide got, "Heta dawiyê em li vir in û em ji her kesî dixwazin ku bên vê derê û xwedî li berxwedanê derkevin."
Parlamentera HDP'ê Aydogan a ku li Farqînê bi gel re li ber xwe dide got, "Heta dawiyê em li vir in û em ji her kesî dixwazin ku bên vê derê û xwedî li berxwedanê derkevin."
Parlamentera HDP'ê Aydogan a ku li Farqînê bi gel re li ber xwe dide got, "Heta dawiyê em li vir in û em ji her kesî dixwazin ku bên vê derê û xwedî li berxwedanê derkevin." Aydogan ji hikûmeta AKP'ê re jî got, "Bi komkujiyê re hûn nikarin pêşî li xwe rêveberiyê bigirin." Aydogan xwest ku qedexeya derketina derve û dorpêçî tavilê bên rakirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a ku ji benda polîsan derbas bû û xwegihand gelê li taxên tekel, Mescît û Konakê, rewşa li navçeyê ji ANF'ê re nirxand.
'EM Ê NETERIKÎNIN'
Aydogan ragihand ku ew di roja 8. de ketine Taxa Mescîtê û got, "Beriya wê me bi qeymeqam re hevdîtin kir û ji me re gotibû ku wê qedexeya derketina derve dewam bike. Li ser vê yekê me jî berê xwe da her sê taxan û me xwest li cem berxwedêran û gelê xwe cih bigirin. Bi komeke ji sed û pêncî kesan em hatin vê derê. Heta ku qedexe dewam bike em ê li vir bin û em ê taxê û gelê xwe neterikînin."
'GEL JI DEWLETÊ QUT BÛYE'
Aydogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Li vê derê her çend hin mirovan malên xwe terikandine jî hînê gelek sivîl dijîn. Qedexeya derketina derve îro roja 9 li dû xwe hişt. Ji îro danê sibehê ve taxên Mescît, Konak û Tekelê hatin dorpêçkirin. Heta ku qedexe û dorpêçî were rakirin em ê jî li vir bin, li cem gelê xwe bin. Ev ne tenê piştgiriye, em jî parçeyek ji vê têkoşînê ne, parçeyek ji berxwedana xwerêveberiyê ne.
Ne pêkane ku gelê me ji vê kêliyê û pê ve vê teror û şîdeta dewletê bijî. Divê ev êdî bê dîtin. Di hevdîtinên me yên ji duh ve bi gel re tê kirin de, me dît ku ji aliyê ruhî ve bi awayekî gelekî cidî gel ji dewletê qut bûye.
Projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelan de di asteke bilind de hatibû qebûlkirin, lê belê êrîşên çar mehên dawî yên hikûmeta AKP'ê li hemberî gel, mixabin rê li ber vê qutbûnê vekir."
'GEL XWERÊVEBERIYÊ DIXWAZE Û DIXWAZE DEWLET XWE VEKIŞÎNE'
Aydogan ragihand ku gel dixwaze di nava xwerêveberiyê de bijîn û li cihê xwerêveberî lê heye, dewlet xwe vekişîne. Aydogan got, "Ji vê saetê û pê ve divê ev mesele bi diyalogê were çareserkirin. Bi êrîş, komkujî, tank û topan re xwerêveberî nikare bê astengkirin. Divê dewlet êdî zanibe ku nikare bi êrîşan re çavê gel bitirsîne."
BANGA DESTEKÊ
Aydogan herî dawî got, "Em heta dawiyê li vir in û ji her kesî dixwazin ku bên vê derê û xwedî li berxwedanê derkevin."