Li Farqînê zarokekî din birîndar bû, zexta koçberiyê li gel tê kirin

Di êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên li Farqînê de zarokên bi navê Abdullah Guney û Îbrahîm Yazkent birîndar bûn. Li navçeyê berxwedana li dijî terora dewletê dewam dike. Polîs ji hoparlora mizgeftê zexta koçberiyê dikin, gel jî li ber xwe dide.

Di êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên li Farqînê de zarokên bi navê Abdullah Guney û Îbrahîm Yazkent birîndar bûn. Li navçeyê berxwedana li dijî terora dewletê dewam dike. Polîs ji hoparlora mizgeftê zexta koçberiyê dikin, gel jî li ber xwe dide.

Li navçeya Amed Farqînê, qexedeya derketina derve ku dewleta Tirk bi zorê ferz kiriye û terora dewletê di roja 9. de dewam dike. Li navçeya ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji ber êrîşên polîsên tevgera taybet û leşkeran zarokên bi navê Abdullah Guney ê 7 salî û Îbrahîm Yazkent ê 12 salî birîndar bû. Guney li Taxa Tekelê ji ber parçeyên bombeyê birîndar bû. Yazkent jî li Taxa Konakê dema li mala xwe bû bi fîşeka li lingê wî yê rastê ket, birîndar bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Li aliyê din hat ragihand ku di êrîşên li navçeyê de 2 astsûbay birîndar bûne, yek ji wan li Nexweşxaneyê miriye, yê din jî ku rewşa wî xedar e sewqî Amedê hatiye kirin.

JI HOPARLORÊN MIZGEFTÊ ANONSÊ DIKIN

Wekî din, hêzên çekdar ên Tirk leşker û tankên nû dişîne navçeya Farqînê. Li taxên Konak, Mescît û Tekelê, êrîşên xwe didomînin. Polîsên ku bi tank û topan hewl didin bikevin nava van taxan, ji hoparlorên mizgeftê û wesayîtên zirxî gefa terikandina taxan li gel dikin.

Di vê navberê de êrîşa bombeyî ya ji helîkopteran a li hemberî Taxa Mescîtê ku parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gel lê ye, giran bûye.