BI DÎMEN

Gelê Şengalê naxwaze PKK biçe

Gelê Şengalê nerazîbûn nîşanî nûçeyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê yên li ser derketina PKK'ê ji Şengalê da. Şengaliyan destnîşan kirin ku ew ê vê rewşê ti carî qebûl nekin û diyar kirin, ku eger PKK biçe, ew ê jî bi PKK'ê re biçin.

Gelê Şengalê nerazîbûn nîşanî nûçeyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê yên li ser derketina PKK'ê ji Şengalê da. Şengaliyan destnîşan kirin ku ew ê vê rewşê ti carî qebûl nekin û diyar kirin, ku eger PKK biçe, ew ê jî bi PKK'ê re biçin.

'ÇÛYÎNA PKK'Ê TÊ WATEYA FERMANA 74'AN'

Şengaliyên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin ku 73 ferman ji ber aga û began bi serê wan de hatine û anîn ziman ku eger bi vî rengî dewam bike wê ferman heta tinebûna civaka Êzidî dewam bike.

Şengaliyan ragihandin, ku çi dibe bila bibe divê êdî ev sekna ji hev parçebûyî bê qedandin, hemû hêzên Kurd bibin yek û vî dijminî ji ser axa qedîm û pîroz biavêjin. Şengaliyan ragihandin, ku parastina Şengalê û Kurdistanê ancax bi vî rengî pêkan e.

Gelê Şengalê diyar kirin ku derketina PKK'ê ji Şengalê wê ji bo civaka Êzidî were wateya fermana 74'an û destnîşan kirin, ku divê PKK gotinên li hemberî xwe tên kirin cidî nebîne, weke gel ew li dû PKK'ê ne û ew ê ti carî nehêlin ku PKK ji Şengalê derkeve.

'MAFÊ PDK'Ê NÎNE LI SER NAVÊ ŞENGALÊ BIRYARÊ BIDE'

Gelê ku ji destpêka fermanê ve li Çiyayê Şengalê ye dan zanîn ku ew rewşê roj bi roj dibînin û êdî baş dizanin bê çi rast e çi jî şaş e. Şengaliyan destnîşan kirin ku 3-4 kes li hev civiyan û Şengal firotin û anîn ziman ku ew ê vê yekê ti carî ji bîr nekin û qebûl nekin.

Şengaliyan dan xuyakirin ku ew êdî rastî û şaşîtiyê ji hev derdixînin û diyar kirin ku gotinên axa, keya û begên PDK'ê êdî derbas nabin. Gelê Şengalê got, "Çi dibe bila bibe em ê Êzîdiyatiyê nexin destê 3-4 axayan. Şengal, keç û xortên Şengalê wê ti carî ne mîna berê bin."

'EM Ê YBŞ'Ê MEZIN BIKIN'

Gelê Şengalê da zanîn ku YBŞ'ê reh berdaye nava Êzîdiyatiyê û anî ziman ku kî diçe bila biçe YBŞ li vir mayînde ye, divê ti kes dijminatiyê li YBŞ'ê neke, YBŞ artêşa civaka Êzidî ye.

Şengaliyan ragihandin ku temsîliyeta yekîtiya civaka Êzidî bi YBŞ'ê re şênber bûye destnîşan kirin, ku ew ê vê artêşê mezin bikin û divê her kes jî YBŞ'ê weke artêşa civaka Êzidî qebûl bike.