KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Komalên Ciwan: Êdî dewleta Tirk nikare Kurdistanê bike mêtingeh
Komelên Ciwan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hember Farqînê banga berxwedanê kir û got: “Pêwîst e ti qadên berxwedanê bi tenê nemînin. Dema dijmin qadên me dorpêç dike divê em jî dijmin bi hêza xwe dorpêç bikin.” -
YPG: 2 çete hatin kuştin, wesayîtek hat rûxandin
Di operasyona li başûrê Cerablusê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di nav amadekariyên êrîşê de bûn hat lidarxistin 2 çete hatin kuştin, wesayîteke wan jî hat rûxandin. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo destekkirina Farqînê dewam dikin
Komkujiya ku AKP li Farqînê dike, li bajarên Ewropayê tê lenetkirin. Di çalakiyan de berxwedana Farqînê hat silavkirin û peyama "Farqîn wê teslîm nebe" hat dayîn. -
Gerîla û hêzên YBŞ'ê li ser rêya Şengalê ne...
Operasyona Azadkirina Şengalê dewam dike. Gerîla û hêzên YBŞ'ê yên ku gelek nuqteyên stratejîk azad kirin, li ser rêya Şengalê ji ajansa me re axivîn. -
Polîs li Nisêbînê bi kepçeyan barîkatan xera dikin
Polîs li Nisêbînê bi kepçeyan barîkatên li Taxa Yenîtûran xera dikin. -
Balûken: AKP li Farqînê çeteyên DAIŞ'ê bi kar tîne
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken, rewşa dawî ya li Farqînê û îdîayên ku dibêjin 'çeteyên DAIŞ'ê di êrîşan de hatine bikaranîn' ji ANF'ê re nirxand. -
Çeteyan dest bi revê kirin
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di Operasyona Azadkirina Şengalê de derbên giran ji gerîlayan dixwin, taxên lê ne diterikînin û neçar dimînin birevin. -
Êlihiyan berê xwe dan Farqînê
Ji bo şikandina dorpêçiya ev 10 roj in li Farqînê heye, Êlihiyan bi pênegiya KJA berê xwe dan Farqînê. -
Ketin û derketina Elkê hat qedexekirin, goristan tên bombekirin
Li navçeya Elkê ya bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî hat kirin, ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Hat ragihandin ku Goristanên Kûrtay Feraşîn û Şehîd Mehmet Goyî yên li Çiyayê Kato û Zozanên Feraşîn tên bombekirin. -
Partî û rêxistinên Rojavayî berxwedana Farqînê silav kirin
22 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Suryanî û Ereb ên li Rojava, daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelê Farqînê. -
Şengalî: YBŞ hêza Êzidxan e, em dixwazin ew bi ser bikeve
Şêniyên Şengalê ji ber destpêkirina Operasyona Azadkirina Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG,YJA Star, hêzên YBŞ-YPJ Şengal û pêşmergeyan ve hat destpêkirin, kêfxweşiya xwe anîn ziman. -
Hêzên berxwedanê ji bo ji rojhilat ve Şengalê dorpêç bikin ketin nava tevgerê
Hêzên gerîla, şervanên YBŞ-YPJ Şengal û pêşmerge, ji bo ji gundê Solak ê li rojhilatê Şengalê ye rêya ji aliyeê rojhilat tê kontrol bikin, ketin nava tevgerê. -
Di navbera Heşd El Şeebî û pêşmergeyan de şer derket: 5 mirî
Li Xûrmatûyê, di navbera hêzên mîlîs ên Heşd El Şeebî û pêşmergeyan de danê vê sibehê şer derket. -
Çeteyên DAIŞ'ê Holê dişewitînin
Piştî ku hêzên HSD'ê xwe nêzî Holê kirin, çeteyên DAIŞ'ê dest bi şewitandina bîrên petrolê û gelek malên li pêşiya bajarok kirin. -
Bayik: Divê polîs ji bajar û taxan werin derxistin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd a li hemberî terora dewleta Tirk rewa ye û got, "Lêpirsînkirina berxwedaneke bi vî rengî, tê wateya fikirîna di bin bandora zîhniyeta mêtingeriya tevkujer a çandî." -
Hêzên dewletê li Silopiya ciwanek din jî qetil kirin
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tîma înfazê ya Ford Rangerê li ber mizgeftê ciwanê bi navê Kadrî Sencer ê 19 salî qetil kirin. -
Li Farqînê ciwanekî din hat qetilkirin
Li Farqînê ku terora dewletê ya li hemberî gel di roja 10. de ye, ciwanê bi navê Suleyman Guleç hat qetilklirin. -
Hêzên gerîla rojavayê Şengalê dorpêç kirin
Operasyona Azadkirina Şengalê ya hêzên gerîlayên HPG, YJA Star û YBŞ, YPJ Şengal vê sibehê dan destpêkirin didome. Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û hêzên gerîla rêya li ser xeta Kizilkent kirin bin kontrola xwe. -
Bayik ji bo Şengalê banga 'fermandariya hevbeş' kir
Cemîl Bayik, ji bo azadkirina Şengalê bang li YNK, PDK û hêzên din kir û destnîşan kir, ku girîng e fermandariyeke hevbeş' bê avakirin. -
Dîmenên ji operasyona Şengal
Hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ, li Şengalê operasyona azadkirinê dan destpêkirin. Şervanên azadiyê yên tevlî operasyonê bûn ji ANF’ê re axivîn. -
Ciwanên Êzidî yên dixwazin tevlî pêngavê bibin, rastî astengiya PDK'ê tên
Ciwanên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin, rastî astengiya Asayîşa PDK'ê tên. -
Amed: Em ê Şengaleke azad diyarî gel û şehîdan bikin
Gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ û YPJ'ê Şengalê Pêngava Azadkirina Şengalê dan destpêkirin. Fermandara YJA Starê ya Şengalê Nûjîn Amed diyar kir ku ew ê Şengaleke azad diyarî civaka Êzidî û hemû şervanên li Şengalê şehîd ketine, bikin. -
Hêzên Azadiyê ber bi Şengalê ve bi pêş de diçin
Ji gundê Kizilkent ê li rojavayê Şengalê, HPG, YJA Star, YBŞ, YPJ Şengal û pêşmerge ber bi Şengalê ve bi pêş de diçin. -
Operasyona hêzên HSD'ê di roja 13. de ye
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê, di roja 13. de dewam dike. Di şerê duh qewimî de herî kêm 16 çete hatin kuştin. -
"Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî berxwedana me bibin"
Ayla Akat û Sîbel Yîgîtalp ên li Farqînê tevî gel li taxan li ber xwe didin banga li jinan kirin ku tevlî berxwedana wan bibin. Akat û Yîgîtalp gotin, "Werin em li qadên xwerêveberiyê bi hev re li dijî şîdeta dewletê li ber xwe bidin."