Operasyona hêzên HSD'ê di roja 13. de ye
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê, di roja 13. de dewam dike. Di şerê duh qewimî de herî kêm 16 çete hatin kuştin.

Hêzên HSD'ê piştî ku duh saet derdora 13.00’an de bajarokê Xatûniyê û gola wê rizgar kirin, li herêmê xebatên lêgerînê didomînin.
Di xebatên lêgerînê de 3 doçkayên 12,5 û 300 guleyên wan, 2 çekên BKC û 200 guleyên wan, 3 roketavêjin RPG (bisving) û 11 roket û 2 çeteyen wan, 2 çekên M16, 10 şarjor û 200 guleyên wan, 32 rext, 30 bombeyên destan, 9 klêş, 70 şarjor û hezar guleyên wan hatin bidestxistin.
Li aliyê din duh li gundikê Akil ê li başûrê Hesekê jî pevçûn derketin û 8 çete hatin kuştin. Di vî şerî de ji klêşek, yek BKC û dûrbînek şevê hatin bidestxistin.
Şevê din jî saet derdora 20.30’an de di encama şer de 8 çete hatin kuştin. Di şerê ku heta sibehê dom kirin de, çekek karnas, 5 klêş, 7 şarjor û 100 guleyên wan, 2 roketavêjên B7, yek Espacio, motonsikletek û bêtêlek hatin bidestxistin.