Bayik ji bo Şengalê banga 'fermandariya hevbeş' kir
Cemîl Bayik, ji bo azadkirina Şengalê bang li YNK, PDK û hêzên din kir û destnîşan kir, ku girîng e fermandariyeke hevbeş' bê avakirin.
Cemîl Bayik, ji bo azadkirina Şengalê bang li YNK, PDK û hêzên din kir û destnîşan kir, ku girîng e fermandariyeke hevbeş' bê avakirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameyeke Televîzyona Med Nûçe, bal kişand ser hin derdorên ku wan weke astengî li pêşiya azadkirina Şengalê dibînin û destnîşan kir, ku gotinên bi vî rengî propagandayên derew in. Cemîl Bayik ji bo azadkirina Şengalê bang li YNK, PDK û hêzên din kir û anî ziman ku divê fermandariyeke hevbeş bê avakirin.
Cemîl Bayik ragihand, ku pêwîste Şengal herêmeke xweser a ser bi Başûrê Kurdistanê ve be û anî ziman ku piştî Şengal hat azadkirin û radestî hêzên parastinê hat kirin, wê HPG xwe ji Şengalê vekişîne.
Cemîl Bayik da xuyakirin ku ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li gelê Şengalê derketine û got, "DAIŞ li hemberî xwe ti berxwedan nedît û Şengal bi dest xist. Bi hezaran mirov ji civaka Êzidî êsîr girt û qetil kir. Li bazaran difiroşe. Gel bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ma. Kêm mabû Şengal li Kurdistanê qut bibe. Di nava şert û mercên bi vî rengî yên neyînî de gerîla çû Şengalê. Gerîla dema berê xwe da Şengalê, hemû xeterî da pêş çavên xwe. Ji ber ku di nava şert û mercên wê demê de çûyîna Şengalê, pêşîgirtina li komkujiyê, parastina gel û pêşîgirtina li qutbûna Şengalê ji Kurdistanê, gelekî zehmet bû. Gerîlayên çûn, dikarîbûn derbeke giran bixwara. Ev hemû li pêş çavan hatin girtin û çûn. Dema gerîla çû Şengalê, ji bilî DAIŞ'ê ti kes tinebû. Di nava şert û mercên zehmet de şer hat kirin, gel ji komkujiyeke mezintir hat rizgarkirin. Her wiha pêşî li DAIŞ'ê hat girtin ku Şengalê ji Kurdistanê qut bike. Civaka Êzidî hat parastin. Eger hin hêzên din piştre derfet dîtin ku biçin wê derê, ev yek bi saya hebûna gerîla ya li Şengalê ye. Eger gerîla ne li wir bûya, ew ê nikarîbûna biçin Şengalê. Wê Şengal hatibûya windakirin, civaka Êzidî winda kiribûya. Gerîla roleke dîrokî ya bi vî rengî bi cih anî. Niha; hewldanên ji bo gerîla li derveyî operasyonê bihêle, daxwaza ji bo derketina gerîla ji wir, daxwaza ji bo derketina gerîla ji Başûr, ji aliyê siyasî û exlaqî ve ne rast e. Gerîla li dijî DAIŞ şer kir, hînê jî şer dike. Gel, hikûmet, destketî û parlamenta Başûrê Kurdistanê diparêze."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ew xwe li pêşberî gelê Başûrê Kurdistanê û Şengalê berpirsyar dibînin û ev xal destnîşan kir: "Ne li dijî DAIŞ'ê, dixwazin li dijî gerîla şler bikin û gerîla ji wir derxînin. Divê her kes vê bibîne. Ev yek ji aliyê siyasî, exlaqî, însanî û wezîfeya neteweyî ve, nayê qebûlkirin. Berpirsyariyên me li pêşberî gelê Şengalê, gelê Başûr hene û em hewl didin van bicih bînin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê em hewl didin gelê xwe biparêzin. Têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê hînê dewam dike, hînê Şengal azad nebûye, hînê xeteriya DAIŞ'ê ya li ser Şengalê nehatiye rakirin. Li hemberî vê xeteriyê em hewl didin civaka Êzidî, Şengalê biparêzin. Propagndaya ku dibêjin 'Em dixwazin Şengalê ji Başûrê Kurdistanê qut bikin' propagandayeke derew e. Yên ku vê propagandayê dikin naxwazin Şengal azad bibe. Eger Şengal azad nebûye, heta niha ji ber vê yekê azad nebûye. Eger xeteriya DAIŞ'ê ji holê nehatiye rakirin, ji ber vê yekê nehatiye rakirin."
Cemîl Bayik ji bo azadkirina Şengalê banga xwe ya avakirina fermandariyeke hevbeş dubare kir û got, "Me ji destpêkê ve weke wezîfeyeke neteweyî ji xwe re dît ku tevî hemû hêzên Başûrê Kurdistanê, YNK, PDK û hemû hêzên çi mezin çi jî biçûk kir, Şengalê azad bikin. Em her tim ji bo vê xebitîn. Lê ji ber ku ev yek pêk nehat, azadkirina Şengalê ewçend dirêj dewam kir. Eger ev pêşniyara me ji aliyê van hêzan ve bihata qebûlkirin, gava me got; em fermandariya hevbeş ava bikin, bi hev re têkoşînê bimeşînin, Şengalê azad bikin, bihata qebûlkirin, pirsgirêka Şengalê wê ji mêj ve çareser bibûya. Eger çareser nebûye, sedem ew e ku ev hêz xwe nêzî vê pêşniyarê nekirine. Bi taybetî ji ber ku PDK'ê xwe nêzî vê nekir, Şengal azad nebûye. Sedema vê, ev e."
'TI ARMANCEKE ME YA QUTKIRINA ŞENGALÊ JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÎNE'
Cemîl Bayik da xuaykirin ku piştî Şengal di nava Başûrê Kurdistanê de bû xwedî rewşeke xweser, piştî hat azadkirin û radestî hêzên parastinê hat kirin, ew ê HPG xwe ji herêmê vekişîne û ev nirxandin kir: "Em dixwazin Şengal di nava Başûrê Kurdistanê de bimîne. Em dixwazin Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin, hêza xwe ya parastinê xurt bikin û ev hêz Şengalê û Êzidiyan biparêze. Ev daxwaz nayê wateya qutkirina Şengalê ji Başûrê Kurdistanê. Berevajî; bi vî rengî wê Şengal bêhtir bi Başûrê Kurdistanê ve were girêdan. Ya rast ev e, ya ku weke çareseriyê em pêşkêş dikin ev e. Divê hemû rewşenbîr, nivîskar û endamên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê rewşê bi vî rengî zanibin. Kengî Şengal weke herêmeke xweser di nava Başûrê Kurdistanê de cih girt, kengî Êzidiyan xwe bi xwe bi rê ve birin, kengî xwe bi xwe parastin, hingî wê pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Bi awayekî din pirsgirêka Şengalê çareser nabe. Ji ber ku ne hikûmeta Başûr, ne jî hikûmeta navendî li hemberî DAIŞ'ê xwedî li gelê Şengalê derneketin. Civaka Êzidî ev dît. Ji ber vê yekê bawer nake. Bi tenê ji xwe bawer dike. Kengî xwe bi xwe bi rê ve bir û parastin, hingî Şengal wê karibe li ser piyan bimîne. Êzidî wê li ser piyan bimîne. Ev çareserî li berjewendiyên Başûrê Kurdistanê tê. Çareseriyên li derveyî vê, li berjewendiyên Başûrê Kurdistanê nayên. Nirxandina Şengalê bi rewşa beriya êrîşa DAIŞ'ê, bi ti awayî pirsgirêka Şengalê çareser nake. Her kesên aqil li serî divê vê bibîne. Ji ber vê yekê, divê her kes destekê bide Şengalê û Êzidiyan. Em jî PDK, YNK, her kes jî divê destekê bidin Êzidiyan ku bibin xwedî hêz. Bi vî rengî wê Êzidî, Şengal, Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê qezenç bike. Nêzîkatiya me li ser vê bingehê ye. Naxwe ti derdekî me yê ku Şengalê ji Başûrê Kurdistanê qut bike yan jî li wir bibin desthilatdar nîne. Em banga xwe dikini; em fermandariye hevbeş ava bikin, bi hemû hêzên Başûrê Kurdistanê re em Şengalê azad bikin, bikin ku Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji xwe piştre hêzên HPG wê ji wir derkeve, wê pêwîstî bi HPG'ê nemîne. Ji xwe hêza ji civaka Êzidî dikare bi hêsanî Êzidiyan biparêze. Ji ber ku wê di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de xwedî rêveberiyeke xweser be, Başûrê Kurdistanê jî wê di rewşeke xetere de destekê bide herêma xweser."