BI DÎMEN

Amed: Em ê Şengaleke azad diyarî gel û şehîdan bikin

Gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ û YPJ'ê Şengalê Pêngava Azadkirina Şengalê dan destpêkirin. Fermandara YJA Starê ya Şengalê Nûjîn Amed diyar kir ku ew ê Şengaleke azad diyarî civaka Êzidî û hemû şervanên li Şengalê şehîd ketine, bikin.

Fermandara YJA Starê ya Şengalê Nûjîn Amed, Pêngava Azadkirina Şengalê ya ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YBŞ û YPJ Şengalê ve hat destpêkirin, ji ajansa me re nirxand.

Nûjîn Amed ragihand ku ew ê Şengaleke azad diyarî civaka Êzidî û hemû şervanên di têkoşîna li Şengalê de şehîd ketine bikin û got, "Em ê tola hemû hevalên xwe yên şehîd ketine rakin û keçên xwe yên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve êsîr hatine girtin, rizgar bikin."

Amed axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hemû cîhan gelekî baş dizane ku me di 19'ê Kanûnê de Operasyona Azadkirina Şengalê dane destpêkirin. Ev saleke em li navenda Şengalê ne û li vê derê di çeperan de şer dikin. Em gerîlayên HPG û YJA Star, hêzên YBŞ û YPJ Şengal bi hin hêzên cemaet û pêşmergeyan ji bo azadkirina şengalê têdikoş in. Ev sal û nîveke em li Şengalê ne. Û em soza ku di vê demê de dane gelê xwe û şehîdên xwe bi cih tînin. Ji komkujiya Şengalê û vir ve 120 hevalên me şehîd ketine. Em îro xeyalên van hevalên xwe bi cih tînin, tola wan hiltînin û di çarçoveya vê pêngavê de em ê keçên xwe yên Êzidî yên êsîr hatine girtin ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de me îro dest bi Pêngava Azadkirina Şengalê kirin. Em nizanin bê wê çiqasî bidome. Lê belê çiqasî dewam dike bila bike, em ê bi ser bixînin û Şengaleke azad diyarî gelê xwe bikin."