"Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî berxwedana me bibin"
Ayla Akat û Sîbel Yîgîtalp ên li Farqînê tevî gel li taxan li ber xwe didin banga li jinan kirin ku tevlî berxwedana wan bibin. Akat û Yîgîtalp gotin, "Werin em li qadên xwerêveberiyê bi hev re li dijî şîdeta dewletê li ber xwe bidin."
SEDAT SÛR
AMED
pêncşem, 12 sermawezê 2015, 07:58
Berdevka demî ya KJA Ayla Akat û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ên li Farqînê tevî gel li taxan li ber xwe didin banga li jinan kirin ku tevlî berxwedana wan bibin. Akat û Yîgîtalp gotin, "Werin em li qadên xwerêveberiyê bi hev re li dijî şîdeta dewletê li ber xwe bidin."
'EM Ê 25'Ê MIJDARÊ LI FARQÎNÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'
Akat da xuyakirin, ku weke jinên KJA'yî ew ê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê li Farqînê pêşwazî bikin û got, "Em niha li taxa Tekelê ku ev der yek ji cihên şîdeta dewletê lê giran e. Dîroka Tirkiyeyê ji pêvajoyên demokrasiyê re şahidî nekiriye, lê belê di demên darbeyê de jî deh rojan derketina derve nehatiye qedexekirin."
Akat bibîr xist ku niha li Farqînê jiyaneke awarte heye û got, "Jin, zarok, bav hemû jiyana xwe di rewşeke awarte de didomînin."
BANGA LI JINÊN TIRKIYEYÎ
Atak diyar kir ku hewldana xwegihandina taxan şêweyeke bêîteatiya sivîl e û got, "Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên Tirkiyeyî dikin ku balê bikişînin ser qedexeyê. Em ban li hemû tevgerên jinan ên Tirkiyeyî û jinên KJA'yî dikin ku bên qadên xwerêveberiyê û li van qadên bûne hedefa şîdeta dewletê, heta 25'ê Mijdarê balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê."
'JIN WÊ LI VAN QADÊN KU ŞÎDETA DEWLETÊ LÊ HEYE, BIN'
Akat got, "Şîdeta herî mezin şîdeta ku ji ber şer derketiye holê ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku şîdet xwe ji nû ve diafirîne. Li vê derê, li navenda vî bajarî, şîdeta dewletê heye û ev yek dibe sedem ku li Farqînê, li qadên xwerêveberiyê binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û mirin rû bidin. Jin wê li hemberî vê bêdeng nemînin. Jin wê li van qadan bin û nîşan bidin ku çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê li van qadên xweser in."
"GEL XWERÊVEBERIYÊ DIXWAZE"
Sîbel Yîgîtalp jî da xuyakirin ku ji bo bi gel re têkoşînê bimeşîne ew li qadên xwerêveberiyê ne û got, "Gelê me gelekî bi moral e. Daxwaza gel vekirî ye; dibêje 'ev der erdnîgariya min e, xaka min e, mala min e' û dixwaze jiyana xwe bi xwerêveberiyê bidomîne. Lê dewletê bi êrîşên ji her cure çekên giran bersiv da vê daxwazê. Vê yekê di nava gel de rê li ber hêrs û nerazîbûneke mezin vekir. Di heman demê de motîvasyon û biryardariya mayîna li vir zêde kir."
"DEWLETÊ ENCAM NEGIRT, NIKARE BIGIRE"
Yîgîtalp got, "Êrîşa hovane ya li hemberî gelekî xwerêveberiyê dixwaze, ji aliyê gelekî xwedî zanebûna polîtîk ve nayê qebûlkirin û wê bi berxwedanê were bersivandin. Ewqas roj in êrîş tên kirin û berxwedan dewam dike. Dewletê ti encam bi dest nexistiye. Ne pêkane e bi van polîtîkayan re encamekê bi dest bixe."