Li Ewropayê çalakiyên ji bo destekkirina Farqînê dewam dikin

Komkujiya ku AKP li Farqînê dike, li bajarên Ewropayê tê lenetkirin. Di çalakiyan de berxwedana Farqînê hat silavkirin û peyama "Farqîn wê teslîm nebe" hat dayîn.

Komkujiya ku AKP li Farqînê dike, li bajarên Ewropayê tê lenetkirin. Di çalakiyan de berxwedana Farqînê hat silavkirin û peyama "Farqîn wê teslîm nebe" hat dayîn.

NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn, Navenda Civaka Demokratîk û Komeleya Engîn Sîncer, çalakiyek hat lidarxistin û komkujiya li Farqînê hat şermezarkirin. Bi qasî 300 Kurdistanî û Fransayî li Place de Commerce civiyan û ber bi navenda bajêr ve bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Farqînê" meşiyan.

ARNHEM: Li bajarê Hollanda Arnhemê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo destekkirina berxwedana Farqînê mîtîngek lidar xist. Di axaftinên li vir de berxwedana li Farqînê û gelemperiya Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, "Farqîn warê Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Delîla ye. Wê ti carî teslîm nebe. Wê li hemberî polîs, leşker û çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe bide. Wê xwedî li mîrateya şehîdan derkeve. Em ê gelê Farqînê bi tenê nehêlin." Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

BORDEAÛX: Li bajarê Fransa Bordeaûxe jî Navenda Çanda Elewiyan wê îro saet di 19:00 de li Place de la Vîcotîre çalakiyekê lidar bixe. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeûaxê jî wê roja 14'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Place de la Boûrse meşekê pêk bîne.

GOTEBORG: Li bajarê Swêd Goteborgê, Fatoş Saglamgoz (Sema) a di sala 2003'an de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de ji bo Farqînê banga beşdariya li çalakiyan hat kirin.

Çalakiyên ji bo Farqînê werin lidarxistin ev in: 
"Goteborg: 14'ê Mijdarê, saet 14:00 li Brûnsparkenê mîtîng
Malmo: 15'ê Mijdarê, saet 13:00 li Mollavangstorgetê mîtîng."

...