Ciwanên Êzidî yên dixwazin tevlî pêngavê bibin, rastî astengiya PDK'ê tên

Ciwanên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin, rastî astengiya Asayîşa PDK'ê tên.

Ciwanên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin, rastî astengiya Asayîşa PDK'ê tên. Ciwanan dan xuyakirin, ku ew vê astengiyê qebûl nakin û dixwazin tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê bibin.

Pêngava Azadkirina Şengalê danê vê sibehê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YBŞ-YPJ Şengal û hêzên pêşmergeyan ve hat destpêkirin.

Bi sedan ciwanên Êzidî yên li kampên Duhok, Şêxan û Laleş ên li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji bo tevlî pêngava azadkirinê bibin hatin cem hev, lê belê li ser rêya Dîcleyê ya di navbera Duhok û Şengalê de ji aliyê pêşmergeyên Asahîşa Sahîla ve hatin sekinandin û destûr ji derbasbûna wan re nehat dayîn.

Ciwanên Êzidî diyar kirin ku ew vê astengiyê qebûl nakin û nerazîbûn nîşanî pêşmergeyên ser bi PDK'ê dan, ku pêşî li wan digirin.