KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên HSD'ê kampa penaberan a Holê azad kirin
Kampa penaberan a Iraqê ya 2 kîlometre li başûrê Holê ye, ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat azadkirin. -
PDK nahêle rojnamevan xwe bigihînin Şengalê
PDK nahêle saziyên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê, wesayîtên weşana zindî ya çapemeniya navneteweyî û nûçegihanên li herêmê, ji Şengalê weşanê bikin. -
Divê PDK hesabê Şengalê bide...-Amed Dîcle
"Şengal niha azad e û gelê Şengalê wê dest bi vegera li mal, cih û warên xwe bike. Gelo PDK wê çawa li rûyê van mirovan binêre? Gelê Şengalê wê çawa ji hin fermandarên pêşmergeyan ên ku zarok û jinên wan pêşkêşî cinawirên DAIŞ'ê kirin, bawer bike?" -
Operasyona Şengalê li gundan dewam dike
Navenda bajarê Şengalê duh ji aliyê hêzên azadiyê ve hat rizgarkirin. Hêzên azadiyê niha jî li gundan dest bi pêngava rizgariyê kirin. -
Diyarê Edûlê û Derwêş êdî azad e
Ji Sinûnê dema em di nava gelî de derbas dibûn, ya ku destpêkê bala min kişand, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan ê li ser pala Çiyayê Şengalê hatiye çêkirin bû... -
Gel li Nisêbînê li hember êrîşan dest bi berxwedanê kir
Li navçeya Nisêbînê saet 21.00’an “qedexeya derketina derve” hate îlankirin û di heman saetê de polîsan jî dest bi êrîşan kir. Li hember êrîşên polîsan jî gel li ser kolanan bi ruhekî berxwedanî dest bi nobeta parastina taxên xwe kir. -
Li Wanê polîs bi xweparastinê hatin paşdexistin
Li Wanê ku polîsan êrîş birin ser ciwanên terora dewletê ya li Wanê protesto dikirin, pevçûnan rû da. Bi xweparastina ciwanan re polîs ji taxê hatin derxistin. -
Xebatkarên çapemeniya azad sewqî dozgeriyê hatin kirin
Nûçegihanê DÎHA Îdrîs Yilmaz, nûçegihana JINHA vîldan Atmaca yên dema operasyona leşkerî ya li navçeya Erdîş a Wanê dişopandin hatin binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. -
Tê gotin ku ciwanê li Hezexê hatiye qetilkirin Abdullah Karavîş e
Tê gotin ku ciwanê li navçeya Hezex a Şirnexê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra hat qetilkirin Abdullah Karavîş ê 24 salî ye. -
Yuksekdag: Li vir şerê gel heye
Yuksekdag diyar kir ku ew kirine kemîna nemerd, lê wê paşde gav navêjin. Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî kiryarên AKP li Farqînê pêk tîne şiband êrîşên Îsraîlê yên li hember Fîlîstînê. -
Parêzer bêhiqûqiya li Farqînê wê bibin mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî
Li navçeya Farqînê ku ev 11 roj in dewleta Tirk dorpêç kiriye, komkujiyan pêk tîne û qedexeya derketina kolanan lê didome, parêzerên hatin navçeyê diyar kirin ku wê pêkanînên bêhiqûqî bibin mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî. -
Polîsan êrîş birin ser girseya wekîl jî di nav de
Polîsan bi çekan êrîş birin ser girseya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a duh li Farqînê bû hedefa guleyên gazê jî di nav de. -
PYD: Azadkirina Şengalê li gelê Kurd pîroz be
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî pîroz kir. -
HSD: Bajaroka Holê bi temamî hat azadkirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku hêzên wan bajaroka Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û termên bi dehan çeteyan li kolanên bajarok avêtîne. -
Artêşa Tirk derdora Şehîdgeha Şehîd Resul û Şehîd Azîme bombe dike
Hate ragihandin ku helîkopterên artêşa Tirk derdora "Şehîdgeha Şehîd Resul û Şehîd Azîme" ya li Çiyayê Herekolê bombebaran dikin. -
Polîsan li Hezexê ciwanek qetil kirin
Li navçeya Hezexê polîsan rasterast kolan gulebaran kirin û ciwanê navê wî nehat zanîn ê 20 salî qetil kirin. Polîs destûrê nade cenaze ji taxa di bin dorpêçê de ye bê derxistin. -
Li Taxa Tendurek a Erdîşê pevçûn didomin
Li Taxa Tendurek (Gergîlî) ya Erdîşê di pevçûnên ji danê vê sibehê ve didomin kesek ji lingê xwe birîndar bû. Li taxa ku ketin û derketin hatiye qedexekirin ji ber xetên telefonan hatine birîn agahî nayê girtin. -
Azadkirina Şengalê li Kampa Newroz hat pîrozkirin
Bi sedan welatiyên Şengalê yên li Kampa Newroz a Penaberan a li Dêrikê dimînin, azadkirina Şengalê pîroz kirin. -
Polîsan li Nisêbînê 3 ciwan gulebaran kirin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê beriya qedexeya derketina kolanan ku saet 21.00’ê wê destpê bike, ji wesayîta polîsan 3 ciwanên diçûn malên xwe hatin gulebarankirin. -
Kurdên Êzidî rizgariya Şengalê pîroz kirin
Kurdên Êzidî bi kêfxweşî azadiya Şengalê pêşwazî kirin û diyar kirin ku ew ê li xaka xwe vegerin. -
Careke din li Nisêbînê qedexeya kolanan hate îlankirin
Li navçeya Nisêbînê li 15 taxan qedexeya kolanan a îşev saet 21.00'an destpê dike û heta fermaneke duyemîn wê berdewam bike hate îlankirin. -
MŞD: HPG û YBŞ'ê soza xwe bi cih anîn, Şengal rizgar kirin
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) da xuyakirin, ku gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê soza xwe ya ji bo rizgarkirina Şengalê îro bi cih anîne û rizgarkirina Şengalê pîroz kir. -
Li Farqînê polîsan êrîşî hiqûqnasan kirin
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser 200 hiqûqnasên ji bo li Farqînê terora dewletê şermezar bikin hatin navçeyê. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî herêmên gerîla didomin
Artêşa Tirk ku leşkeran li Şirnex, Elkê û Colemêrgê dicivîne, bi obus û hawanan êrîşî herêma Metîna kir. -
Barzanî înkar kir lê dîmen rastiyan nîşan dide
Mesûd Barzanî hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ, HPC û YPJ Şengal ên pêşengî ji pêngava azadiyê ya Şengalê re kirin înkar kir û îdîa kir ku ji bilî wan ti hêz li Şengalê nîne.