Li navçeya Farqînê ku ev 11 roj in dewleta Tirk dorpêç kiriye, komkujiyan pêk tîne û qedexeya derketina kolanan lê didome, parêzerên hatin navçeyê diyar kirin ku wê pêkanînên bêhiqûqî bibin mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî.
Endamên Platforma Hiqûqa Demokratîk ên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên wek Stenbol, Dîlok, Mêrdîn û Amedê hatin li Farqîna ev 11 roj in dewleta Tirk dorpêç kiriye, komkujiyan pêk tîne û qedexeya derketina kolanan lê didome meşek li dar xistin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser parêzerên ber bi taxên qedexe lê didome meşiyan û destûr nedan derbasî taxan bibin.
Piştî êrîşê parêzer hatin pêşiya Şaredariya Farqînê, li vir der barê rewşa dawî de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya Serhat Eren axivî, diyar kir ku herêmên ewlehiya taybet, herêmên qedexekirî, qedexeyên kolanan hincetên pêkanînên rewşa awarte ne, vî şêwazê jiyanê ji Kurdan rewa dibînin û li ser Kurdan ferz dikin.
Eren destnîşan kir ku bi pakêta ewlehiya hundir, rêveberiya rewşa awarte ji aliyê amîrên mulkî ve tê pratîzekirin û wiha got: “Ev bêhiqûqiyek mezin e û em ê wek hiqûqnas ti carî çavên xwe jê re negirin. Ji ber vê ji bo mafên gelê Farqînê biparêzin, em li navçeyê ne. Em dixwazin tevahî bêhiqûqî, binpêkirinên jiyanî, komkujiyan tespît bikin û van ragihînin mekanîzmayên hiqûqî yên hundir û navneteweyî.”