Yuksekdag: Li vir şerê gel heye
Yuksekdag diyar kir ku ew kirine kemîna nemerd, lê wê paşde gav navêjin. Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî kiryarên AKP li Farqînê pêk tîne şiband êrîşên Îsraîlê yên li hember Fîlîstînê.
Yuksekdag diyar kir ku ew kirine kemîna nemerd, lê wê paşde gav navêjin. Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî kiryarên AKP li Farqînê pêk tîne şiband êrîşên Îsraîlê yên li hember Fîlîstînê.
Yuksekdag diyar kir ku ew kirine kemîna nemerd, lê wê paşde gav navêjin. Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî kiryarên AKP li Farqînê pêk tîne şiband êrîşên Îsraîlê yên li hember Fîlîstînê.
Bi armanca pêşîlêgirtina komkujiyên li navçeya Farqînê ya Amedê, ODP, Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, Platforma Hiqûqnasên Demokratîk, hevparên HDK’ê û gelek rêxistinên civaka sivîl hatin navçeyê. Bi hezaran kesên di nav wan de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP’yî hebûn ku ketin taxên Tekel, Mescît û Konak, ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebarana polîsan de kesek bi giranî birîndar bû. Heyeta HDP’ê ya demekê li taxan ma paşê derbasî Şaredariya Farqînê bû li vir bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re daxuyaniyek da.
Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş ê li vir axivî diyar kir ku rejîma AKP’ê sûc dike û got: "Dewleta Tirk, kiryarên Îsraîl li Fîlîstînê pêk tîne îro li Farqînê li hember gelê Kurd pêk tîne. Em vê protesto dikin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin operasyon bi dawî bibin, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, vegerin Mutabaqata Dolmabahçe. Yan na şerê li herêmê wê me hemûyan bişewitîne. Wê her kes di bi vê de bimîne. Di serî de hikûmet bila her kes aqilê bîne serê xwe.”
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi silavkirina heyetên ji bo Farqînê hatine û gelê berxwedêr dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hatina heyetan hêz daye gelê Farqînê. Yuksekdag wiha axivî: “Bila ti kes derewan neke, xwe li nav çiravê nexe. Li vir şerekî xendekan tineye, şerê gel heye. Gelê me bi rûmeta xwe û bi hêza xwe berxwedanê dike.”
Yuksekdag bal kişand ser êrîşên li taxên qedexekirî rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Em li taxên ku rewşa awarte û qedexeyên kolanan didomin ji aliyê çeteyan ketin kemînê. Em tevahiya cadeyê meşiyan. Dema em ketin taxê bi hezaran mirov û nûnerên wan di bin gulebaranê de man. Ev çeteyên nemerd û kemînan e. Çi dikin bila bikin, ev desthilatî wê nikaribe li hember daxwazên demokratîk ên vî gelî bi ser bikeve.”
Yuksekdag got, “Li vî welatî qatil hebin, kesên dixwazin bi xwînê bibin desthilat hebin, mirovên wêrek jî hene” û wiha dewam kir: “Di tevahiya 11 rojan de ev bajar li ser piyan e. Me heta dawiyê baweriya xwe bi zarokên vê axê anî û em pê tînin jî. Em ê vê zilmê bi hev re derbas bikin.”