BI DÎMEN

Kurdên Êzidî rizgariya Şengalê pîroz kirin

Kurdên Êzidî bi kêfxweşî azadiya Şengalê pêşwazî kirin û diyar kirin ku ew ê li xaka xwe vegerin.

Şengal a ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, di encama operasyoneke hevbeş a HPG û YBŞ'ê, ku gelek hêzên Kurd tê de amade bûn, hat rizgarkirin. Kurdên Êzidî bi kêfxweşî azadiya Şengalê pêşwazî kirin û diyar kirin ku ew ê li xaka xwe vegerin.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin û bi hezaran hatin qetilkirin. Bi deh hezaran mirovên xwe li Çiyayê Şengalê girtin, bi rêya korîdora ji aliyê YPG û HPG'ê ve hat vekirin, rizgar bûbûn. Di encama berxwedana zêdeyî salekê ya YPG, HPG û YBŞ'ê û operasyona danê vê sibehê re Şengal hat rizgarkirin. Kurdên Êzidî yên bi rizgariya Şengalê re kêfxweş in, dixwazin jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne, bên rizgarkirin. Şengaliyên ku ji neçarî koçî Êlihê kirin û li wargeha ji konan a Qorixê dimînin, şekirê cejnê yê ku di cejna 'Çarşema Sor' de belav nekirin, îro li zarokan belav kirin.

Êzidiyên Şengalî kêfxweşiya xwe ya ji ber azadiya Şengalê bi ANF'ê re parve kirin û destnîşan kirin, ku ew ê fedekariya YPG'ê ya ku di 3'ê Tebaxê de pêşî li fermana mezintir girtin, ji bîr nekin.

Dr. Celal Qasim: Em ê heta dawiya emrê xwe wê sekna welatparêzî ya YPG'ê, ku di 3'ê Tebaxê de bi hewara me hat, ji bîr nekin. Em gelekî pê kêfxweş bûn ku HPG, YPG û hêzên YBŞ'ê îro li refên herî pêş cih girtin. Çeteyên barbar ên DAIŞ'ê, ku di dema dagirkriina Şengalê de li pêş çavên me serê mirovan jê dikirin, niha li kolanên Şengalê laşên wan li naverastê ne. Gerîlayên Kurd îro bedena xwe kirin mertal û xaka pîroz azad kirin. Me gelekî êş, zor û zehmetî kişand. Lê belê ya ku îro bi zora me diçe, êsîrbûna jin û zarokên me di destê DAIŞ'ê de ne. Lê belê şervanên Kurd wê jin û zarokên me jî rizgar bikin. Dîmenek heye ku wê ti carî ji pêş çavên me neçe; Fedekariya YPG'ê wê her tim li pêş çavên me be.

Xêrî Mahlo: Kêliya Şengal azad bû, me li kampê di nav cejnê de derbas kir. Ji bo vegera me ya Şengalê ti astengî li pêşiya me nema, lê em ê dilşkestî vegerin. Hilweşandina cih û warê me ne girîng e… lê hê jin û zarokên me di destê DAIŞ’ê de esîr in. A herî zêde li zora me diçe ev e. Niha rica me ya ji ciwanên Kurd ev e ku tavilê esîrên me rizgar bikin. Têkoşîna YPG, HPG û YBŞ’ê wê ti carî ji aliyê Êzidiyan ve neyê jibîrkirin.

Mîrcan Mecdîn: Îro Şengal azad bû. Ji roja ez ji dayik bûme heta niha ev cara yekemîn e ez ewqasî kêfxweş dibim. Ji ber ku em careke din li warên dê û bavên xwe vedigerin. Her kesên ji bo Şengalê têkoşiyan em spasiyên xwe radigihînin. Em ti carî başiya şervanên Kurd ên li serê çiyayan ji bîr nakin. PKK’e wê welatê me rizgar bike, ti gumanên me nemane.

Xemîs Xidir: Azadkirina Şengalê mizgînek pir mezin bû. Tenê ne ji bo Kurdên Êzidî, ji bo tevahî Kurdistanê em wek mizgîniyek mezin dibînin. Azadiya Şengalê li Kurdên Êzîdî yên li tevahî cîhanê û gelên Mezopotamyayê pîroz be.

...