MŞD: HPG û YBŞ'ê soza xwe bi cih anîn, Şengal rizgar kirin

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) da xuyakirin, ku gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê soza xwe ya ji bo rizgarkirina Şengalê îro bi cih anîne û rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) da xuyakirin, ku gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê soza xwe ya ji bo rizgarkirina Şengalê îro bi cih anîne û rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarkirina Şengalê pîroz kir û got, "Îro roja kêfxweşiyê, roja mizgîniyê û roja vegera li Şengalê ye."

MŞD'ê bal kişand ser amadekariyên ev demeke dirêj in ji bo rizgariya Şengalê dihatin kirin û destnîşan kir, ku Şengal îro di encama pêngaveke serketî ya hêzên HPG/YJA Star, YBŞ/YPJ Şengal, YPG û hêza berxwedanê ya hevbeş de, hatiye rizgarkirin.

MŞD'ê ragihand ku van şervanên azadiyê soza ku dabûn civaka Êzidî bi cih anîne û ew minetdarê wan e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dizanin ev pêngava rizgariya Şengalê ne bi hêsanî bû. Di vê pêngavê de keç û xortên ciwan bi xwîna xwe ya pak Şengal ji DAIŞ'ê paqij kirin.

Ev destpêka mizgîniyê bû. Mizgînî wê li dû mizgîniyê ji civaka me re bibe diyarî. Civaka me ya li dîaspora bila xwe ji kar sar nekin. Ji ber ku hînê barê me giran e. Xeterî hînê jî hene. Pêwîste em timî şiyar bin û ji her karê ji me tê xwestin re amade bin."