Xaka pîroz a Kurdan Şengal, di 3'ê Tebaxa 2014'an de hat dagirkirin û li vê derê hovîtiyeke ku ti carî neyê ji bîr kirin, rû da. Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran ji wan di korîdora ji aliyê YPG'ê ve hat vekirin re derbasî Rojava bûn. Zarok ji tî û nêza mirin. Bi hezaran jinên Şengalî weke cariye li bazaran hatin firotin.
Hovîtiya li Şengalê rû da, hînê yek ji hezarî jî nehatiye vegotin!
Demek piştî komkujiyê, li nêzî Duhokê Şengaliyekî ji me re qala wan rojan kiribû:
'BIRAYÊ MIN Ê ÇEK XWEST, JI ALIYÊ PDK'YIYAN VE HAT KUŞTIN'
"Berî DAIŞ were PDK'ê ji me re got, 'em ê we biparêzin'. Lê dema konvoya DAIŞ'ê hat dîtin, yekser dest bi revê kirin. Me ji wan re got, 'qet nebe çekê bidin me' lê li me guhdarî nekirin. Li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan. Ji me re jî gotin, 'birevin'. Bi hezaran jin û zarok wê çawa bireviya? Rê hemû hatibûn girtin. Dema birayê min û du kesên din bi israr xwestin çek ji wan re bê dayîn, PDK'yiyan ew li wê derê kuştin..."
Dema DAIŞ hat Şengalê, PDK'ê biryar da şer neke û bajar pêşkêşî van cinawiran kir. Hêzên PDK, di ser Rojava re reviyan Başûrê Kurdistanê. Eger rêya Rojava nebûya, rê tinebû ku jê birevin Hewlêrê. Di destpêkê de înkar kirin ku reviyan, lê dema dîmenên reva wan hatin weşandin, gotin 'wê lêpirsîn li hemberî berpirsyaran bê vekirin' û bi vê gotinê re hewl dan mijarê binixumînin.
BARZANÎ XWEDÎ LI FERMANDARÊN XIYANET LI ŞENGALÊ KIRIN DERKET
Ti lêpirsîn nehat vekirin. PDK'ê berpirsyarên Şengalê li cihekî din wezîfedar kir. Û hin ji wan duh li kêleka Mesût Barzanî derketin pêşberî kamerayan, bêyî ku li ber xwe bikevin û ji xwe fedî bikin.
Û mixabin PDK ti carî ji hebûna DAIŞ'ê ya li Şengalê aciz nebû. Derdê xwe; çûyîna PKK'ê ji Şengalê bû û siyaseta 'li şûna PKK'ê, bila DAIŞ hebe çêtir e' meşand.
Dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, hin pêşmergeyan xwestin bimînin û şer bike. Ew pêşmerge man, şer kirin û şehîd ketin. Lê PDK, bi bîranîna van pêşmergeyan re jî dilsoz nema. Çawa ku gerîlayên jin û mêr ên Amedî, Rojavayî, Makoyî, Kobanêyî, Dêrsimî yên ji bo Şengalê canê xwe feda kirin nedît, nexwest bibîne û înkar kir, pêşmergeyên YNK'ê yên Silêmaniyeyî, Kelarî yên ji bo Şengalê canê xwe feda kirin, nedît û înkar kir.
Tevî vê yekê jî hêzên Kurd li benda 'Operasyona Azadkirina Şengalê' ya bi beşdariya PDK'ê sekinîn. Û di dawiya dawî de Şengal di 13'ê Mijdarê de hat azadkirin.
ÎNKARKIRINA GERÎLA Û YBŞ'Ê POLÎTÎKAYA PDK'Ê YE
Azadbûna Şengalê di destpêkê de ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê ve ji cîhanê re hat ragihandin. Di heman saetan de, li organa weşanê ya PDK'ê li Rûdawê, nûçeya bi serenavê 'Barzanî ji bo azadbûna Şengalê planê çêdike' hebû. Û bêguman di wê kêliyê de li navenda Şengalê alên HPG û YBŞ'ê hatibû çikandin, ji mêj ve li ba bûn. Piştî pênc deqeyan Rûdawê ew nûçeya xwe rakir û nûçeya bi serenavê 'Pêşmerge li Şengalê ne' weşand. Tevî hemû dîmen û wêneyan jî medya PDK'ê nûçeyên bi naveroka 'Şengal bi tenê ji aliyê pêşmergeyan ve hat azadkirin' weşand.
Bêguman şaş e ku mirov ji 'organeke weşanê' ya mîna Rûdawê tiştekî ji vê cudatir hêvî bikin. Ev qenala ku gelê Başûr jê re dibêje 'neft tv', di mijara Rojava de jî gelek nûçeyên qirêt û gemarî weşandibû. Mînak; di Çileya 2014'an de cenazeyên şervanên YPG'ê yên li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dan teşhîr kiribû û bi gotina 'DAIŞ ber bi Qamişlo ve bi pêş de diçe' kêfxweşiya xwe nîşan dabû. Cenazeyên şervanên YPG'ê bi tenê di hesabên DAIŞ'ê û di weşana Rûdawê de hatin teşhîrkirin.
Bêguman pêwîstî pê nîne ku mirov qala sergoyê medya civakî yê PDK'ê bikin.
Lê çi heyf e ku pirsgirêk ne tenê Rûdaw e. Roja 13'ê Mijdarê piştî nîvro, Mesût Barzanî yê çû çiyayê Şengalê, li vir daxuyaniyek da û got, "Şengal ji aliyê pêşmergeyan ve hat rizgarkirin, li vê derê kesekî din nîne". Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî Pêşmergeyan û Amerîkiyan kir û ji herêmê çû. Bêguman bala we jî kişandiye; li cihê Barzanî lê axivî bi tenê mîkrofonên televîzyonên PDK'ê û ajansa fermî ya dewleta Tirk AA hebûn.
PDK'Ê ÇI BI PEREYÊ JI BO ŞENGALÊ HATIN KOMKIRIN KIR?
Û bi vî rengî aşkera bû ku înkarkirina gerîlayên PKK'ê û YBŞ/YPJ Şengal ên ji ciwanên Şengalê pêk tên, ne tenê qirêjiya Rûdaw û trollên wê ne. Ev yek polîtîkayeke giştî ya PDK'ê ye. Halbûkî 5 kîlometre li dûrî wan, yanî li navenda Şengalê ji bilî ala PDK'ê, hemû al li ba bûn. Barzanî ne tenê PKK, di heman demê de pêşmergeyên YNK'yî û şervanên Rojavayî jî înkar kir.
Ev daxuyanî ji bo gelê Şengalê weke xiyaneta duyemîn e. Her kes, bi taybetî jî gelê Şengalê li bendê bûn, ku PDK xiyaneta di 3'ê Tebaxa 2014'an de kiribû telafî bike. Barzanî, di roja azadbûna Şengalê de şaşîtî û kêmasiyên xwe ji nedîtî ve hat, hin fermandarên pêşmergeyan ên ku gelê Şengalê pêşkêşî tecawizkarên DAIŞ'ê kirin danî kêleka xwe û xwedî li wan derket.
Ev axaftina Barzanî nîşan dide ku wê di helwesta xwe ya neyînî ya li hemberî Şengalê de ji niha û pê ve jî israr bike. Ji xwe ev polîtîkaya wan a neyînî ti carî nesekinî. Dermanên ji Şengalê re hatin şandin jî, asteng kirin. Pereyên li derveyî welat hatin komkirin, alîkariyên ku hin dewletan di ser PDK'ê re şandin, ne diyar e ku bi ku ve çûne. Hînê di vî warî de daxuyaniyeke zelal nehatiye dayîn.
Mîna ku apekî Şengalî yê li Duhokê li ser sergo li nan digere dibêje; Saeta ji 800 hezar dolarî ya di destê Nêçirvan Barzanî de ye, têra debara bi sedan malbatên Şengalê dike. Li Şengaliyên hewl didin li kolanên Başûrê Kurdistanê bijîn guhdarî bikin; wê ji we re qala hovîtiya ku piştî komkujiyê lê rast hatine bikin.
Belê, Şengal îro azad e. Lê bûyerên li Şengalê qewimîn nayên ji bîr kirin. Divê neyên ji bîr kirin û bê dîtin ku kê li wê derê çi kiriye. Divê em vê yekê jî ji bîr nekin; Pêwîst e PDK herî kêm bi qasî DAIŞ'ê, di mijara Şengalê de hesap bide. Peyva 'Kurdistanê' jî di nava navê PDK'ê hebe, ji vî sûcî efû nabe. Gelê Şengalê bi awayekî mafdarî, wê hesap ji kesên xiyanet li wan kirine bipirse û dipirse. Daxuyaniyên dibêjin, 'Ya ku PDK'ê li Şengalê kiriye helwesteke lokal e, polîtîkaya giştî ya PDK'ê nîne' êdî derbas nabin. Ji ber ku Barzanî bi xwe xwedî li xiyaneta li Şengalê derket.
TI SEDEM NÎNE KU PDK CAREKE DIN XIYANETÊ LI ŞENGALÊ NEKE
Şengal niha azad e û gelê Şengalê wê dest bi vegera li mal, cih û warên xwe bike. Gelo PDK wê çawa li rûyê van mirovan binêre? Gelê Şengalê wê çawa ji hin fermandarên pêşmergeyan ên ku zarok û jinên wan pêşkêşî cinawirên DAIŞ'ê kirin, bawer bike?
Têkoşîna siyasî ya navbera partiyên siyasî mijareke din a nîqaşê ye. Lê belê, divê gelê Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan Şengalê ji însafa PDK'ê re nehêlin. Ji ber ku rêxistineke ku keda mirovên hînê cenazeyên wan li erdê ne înkar dike, ti sedemeke xwe nîne sibe careke din xiyanetê neke!