Polîsan êrîş birin ser girseya wekîl jî di nav de
Polîsan bi çekan êrîş birin ser girseya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a duh li Farqînê bû hedefa guleyên gazê jî di nav de.
Polîsan bi çekan êrîş birin ser girseya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a duh li Farqînê bû hedefa guleyên gazê jî di nav de.
Polîsan bi çekan êrîş birin ser girseya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a duh li Farqînê bû hedefa guleyên gazê jî di nav de. Di encama êrîşê de yek jê bi giranî gelek kes birîndar bûn. Di êrîşa ku wekîlên HDP’yî bûn hedef gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi çekan êrîş birin ser girseya ku dorpêça polîsan a li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê ku ev 11 roj in didome şikandin û ketin taxan. Girseya di nav de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, gelek wekîlên HDP’yî û nûnerên saziyên civaka sivîl hebûn li ser Cadeya Amedê dest bi meşe kir, li Taxa Konak meşek pêk anî. Tîmên taybet û leşkeran bi çekan êrîş birin ser girseya dorpêça polîsan şkandin û li ser Cadeya Lîse ket Taxa Konak.
Piştre bi dehan polîsên ketin taxê bi cop, bombeyên gazê û çekan êrîşî girseyê kirin. Polîsan, wekîlên HDP’ê, astengdar, pîr û zarok jî di nav de bi sedan kes bi awayekî hovane derb kirin, gelek kes jî binçav kirin. Hate dîtin ku bi taybet polîsan wekîlên HDP’ê dikirin hedef, di encama gulebaranê de welatiyekî bi navê Ustun Guneş ji bin dilê xwe gule xwar, bi giranî birîndar bû.
Guneş di bin êrîşan de rakirin nexweşxaneyê, piştî mudaxeleyên yekemîn sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Amedê hat kirin. Her wiha li ser êrîşa li hember girseyê bi sedan parêzerên ketin meşê jî li ser Cadeya Amedê rastî êrîşa polîs û TOMA’yan hatin.
Li navçeyê êrîş didomin.