Li Taxa Tendurek a Erdîşê pevçûn didomin

Li Taxa Tendurek (Gergîlî) ya Erdîşê di pevçûnên ji danê vê sibehê ve didomin kesek ji lingê xwe birîndar bû. Li taxa ku ketin û derketin hatiye qedexekirin ji ber xetên telefonan hatine birîn agahî nayê girtin.

Li Taxa Tendurek (Gergîlî) ya Erdîşê di pevçûnên ji danê vê sibehê ve didomin kesek ji lingê xwe birîndar bû. Li taxa ku ketin û derketin hatiye qedexekirin ji ber xetên telefonan hatine birîn agahî nayê girtin.

Li Taxa Tendurek (Gergîlî) a Wanê pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de ku ji vê sibehê ve destpê kirine didomin. Li taxa ku pevçûn didomin gelek wesayîtên zirxî sewqî taxê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku di pevçûnan de welatiyekî navê wî nehat zanîn ji lingê xwe bi parçeyê şarapnelê birîndar bûye. Welatiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Her wiha li ser herêma operasyonê gelek helîkopter û pêgerek hewayî ya keşfê digere.

Komek ku Parlamenterên HDP’ê yên Wanê jî di nav de piştî agahiyên pevçûnê bihîstin berê xwe dan herêmê, ketina wan a herêmê hat astengkirin. Li taxa pevçûn didomin ji ber şebekeyên telefonê naxebitin têkilî nayên danîn.

Ji milekî din li Wanê, astengkirina ketina herêmê ya HDP’yî û DBP’yiyan bi daxuyaniyekê hat protestokirin.

Di çalakiya protestoyî ku Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe, Tûba Hezer jî tevlî bûn Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku heta operasyon bi dawî nebe wê ji herêmê veneqetin, bal kişand ku AKP’e li Kurdistanê li pey komkujiyên nû ye. Dîlekçî bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê AKP’ê li Kurdistanê şerekî berfireh daye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo komkujiyên nû çênebin pêwîst e tevahî derdorên hestyar û saziyên civaka sivîl li hember vê deng derxin. Duh Farqîn bû îro jî Erdîş e, sibê wê cihekî din be. Pêwîst e li hember van komkujiyan em bibin yek deng. An jî AKP’e di serî de Kurdistan wê li gelek cihan xwînê birjîne.”

Çalakiya protestoyî bi dirûşma, “Bijî berxwedana Farqînê” bi dawî bû.