Li navçeya Nisêbînê saet 21.00’an “qedexeya derketina derve” hate îlankirin û di heman saetê de polîsan jî dest bi êrîşan kir. Li hember êrîşên polîsan jî gel li ser kolanan bi ruhekî berxwedanî dest bi nobeta parastina taxên xwe kir.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê qeymeqamê navçeyê ve saet 21.00’ê “qedexekirina derketina kolanan” dest bi îlankirina bêdem a awarte kir. Di heman saetê de polîsan bi çekên giran dest bi êrîşan kirin. Polîs û tîmên taybet ên bi maşîneyên zirxî ku li ser rêya Îpekê, li qada Newrozê ya li Taxa Devrîm û navenda Sûkê hatin bicihkirin. Tîmên taybet bi çekên giran bi taybetî rasterast êrîşî ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê kirin.
Li hember êrîşên polîsan ên dijwar gel jî li taxên xwe derket kolanan û dest bi berxwedanê kir. Gelê Nisêbînê li kolanan bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Nisêbînê” çalakiyên deng derxistinê destpê kir. Dengê tilîlî û dirûşman, ji taxan bilind bû.
Li aliyê din kolana di ber Qonaxa Hikûmetê de dema maşîneya polîsan a zirxî derbas bû teqînek dijwar pêk hat. Di encama teqînê de maşîneya zirxî hate rûxandin û der barê mirî û birîndaran de agahî nehat bidestxistin.
Her wiha li tevayî Nisêbînê şebekeya operatora Vodafone hatiye qutkirin.