Hêzên HSD'ê kampa penaberan a Holê azad kirin

Kampa penaberan a Iraqê ya 2 kîlometre li başûrê Holê ye, ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat azadkirin.

Kampa penaberan a Iraqê ya 2 kîlometre li başûrê Holê ye, ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat azadkirin.

Pêngava Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) a li başurê Hesekê hat destpêkirin, di roja 15. de bi awayekî serketî dewam dike. Herî dawî kampa penaberan a di sala 1991'ê de hat avakirin, hat azadkirin.

Kampa ku 2 kîlometre li başûrê Holê ye, danê sibehê di encama operasyona hêzên HSD'ê de bi temamî hat azadkirin. Xebatên lêgerîn û paqijiyê yên li kampê dewam dikin.