BI DÎMEN

Barzanî înkar kir lê dîmen rastiyan nîşan dide

Mesûd Barzanî hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ, HPC û YPJ Şengal ên pêşengî ji pêngava azadiyê ya Şengalê re kirin înkar kir û îdîa kir ku ji bilî wan ti hêz li Şengalê nîne.

Mesûd Barzanî hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ, HPC û YPJ Şengal ên pêşengî ji pêngava azadiyê ya Şengalê re kirin înkar kir û îdîa kir ku ji bilî wan ti hêz li Şengalê nîne.

Piştî Şengal ji aliyên hêzên Kurd bi operasyonek hevpar hat azadkirin, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû çiyayê Şengalê û daxuyaniyek çapemeniyê da. Di wir de ji derveyî pêşmergeyan hebûna tevahî hêzên Kurd înkar kir, îdîa kir ku li Şengal û derdora wê ji derveyî pêşmergeyan ti hêzên din tineye û tevlî operasyonê jî nebûne.

Barzanî hêzên Kurd ji nedîtî ve hat û wiha got: “Bi piştgiriya birayên me yên Amerîkayî, pêşmergeyan Şengal azad kir.”

Ev daxuyaniya Barzanî ya ku rastiyan ji nedîtî ve tê, ji aliyê Şengaliyan bi bertekan ve hat pêşwazîkirin.

PDK’Ê ŞENGAL PÊŞKÊŞÎ DAIŞ’Ê KIRIBÛ

Wek tê zanîn, 3’yê Tebaxa 2014’an PDK’ê pêşmerge ji navenda bajarê Şengalê kişand û ev jî bû sedem ku DAIŞ komkujiyê pêk bîne.

Dîmenên operasyona li navenda Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ’ê hatibû lidarxistin di ajansa me de hatibû weşandin.

Dîmenên li jêr rastiyê, berevajî daxuyaniyên Barzanî nîşan dide.