Tê gotin ku ciwanê li Hezexê hatiye qetilkirin Abdullah Karavîş e

Tê gotin ku ciwanê li navçeya Hezex a Şirnexê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra hat qetilkirin Abdullah Karavîş ê 24 salî ye.

Tê gotin ku ciwanê li navçeya Hezex a Şirnexê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra hat qetilkirin Abdullah Karavîş ê 24 salî ye.

Li navçeya Hezex a Şirnexê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra de ciwanek hat qetilkirin. Tê gotin ku ciwanê hatiye qetilkirin Abdullah Karavîş ê 24 salî ye. Cenazeyê Karavîş ku rakirin Mizgefta Bilal-î Habeş a li Taxa Yenî paşê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê kom bûn dirûşma, “Şehîd Namirin” qîr kirin.