HSD: Bajaroka Holê bi temamî hat azadkirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku hêzên wan bajaroka Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û termên bi dehan çeteyan li kolanên bajarok avêtîne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku hêzên wan bajaroka Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û termên bi dehan çeteyan li kolanên bajarok avêtîne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku hêzên wan bajaroka Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û termên bi dehan çeteyan li kolanên bajarok avêtîne. Fermandariyê got ku wan miqdarekî mezin çek û cebilxane desteser kirine.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê der barê rizgarkirina bajaroka Holê ji çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya HSD’ê de wiha hat gotin: “Piştî ku me rêya Iraqê ya alîkarî tê re ji çeteyan re tê, xist bin kontrola xwe, di encama berhema operasyona me ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî bajaroka Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Niha bi dehan termên çeteyan li kolanên Holê avêtîne. Her wiha 3 çete dîl hatin girtin û miqdarek mezin çek û cebilxane hatin desteserkirin. Çeteyên dîtir jî ber bi herêma Şedadê ve reviyan.”
Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSD’ê de soza serketinê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn.