PDK nahêle rojnamevan xwe bigihînin Şengalê
PDK nahêle saziyên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê, wesayîtên weşana zindî ya çapemeniya navneteweyî û nûçegihanên li herêmê, ji Şengalê weşanê bikin.

PDK nahêle saziyên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê bikevin nava Şengalê û weşanê bikin. PDK'ê nehişt ku wesayîtên weşana zindî yên NRT, KurdSat, KNN, Behdînan TV û çapemeniya navneteweyî li Şengalê weşanê bikin. Her wiha li nûçegihanan qedexe kir ku bikevin herêmê.
PDK bi tenê destûrê dide nûçegihanên saziyên nêzî xwe yên Rûdaw û K24. Rojnamevan û nûçegihanên bi awayekî veşartî dikevin Şengalê, tên girtin. Duh êvarê nûçegihanê NRT'ê yê li Şengalê Sîpan Amedî ji aliyê PDK'ê ve 6 saetan hat girtin. PDK bi vê pêkanînê re dixwaze rastiyên li Şengalê neyên dîtin û neyên bihîstin.