Azadkirina Şengalê li Kampa Newroz hat pîrozkirin

Bi sedan welatiyên Şengalê yên li Kampa Newroz a Penaberan a li Dêrikê dimînin, azadkirina Şengalê pîroz kirin.

Bi sedan welatiyên Şengalî yên li Kampa Newroz a Penaberan dimînin bi armanca pîrozkirina azadkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê alên Kurdî rakirin û daketin kolanan.

Şengalî bi karwanekî wesayîtan li nava kampê geriyan û paşê jî berê xwe dan navenda bajarê Dêrikê. Li Dêrikê jî bi sedan welatî tevlî karwanê Şengaliyan bûn. Welatiyan dirûşên silavkirina Hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ-Şengal berz kirin.

Karwanê wesayîtan li nava kolanên Dêrikê geriya û dîsa berê xwe da kampê. Li kampê jî şahiyek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclîsa Damezrîner a Êzidiyan Bihar Yûsiv axivî û rizgarkirina Şengalê li Êzidiyan pîroz kir û got: “Bi saya hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ-Şengal, Şengal hat rizgarkirin.”

Di şahiyê de her wiha gelek welatî jî axivîn û kêfxweşiya xwe ya bi rizgarkirina Şengalê anîn ziman û spasiya hêzên Kurd kirin.

Piştî axaftinan welatiyan govend gerandin û dirûşmên silavkirina hêzên Kurd berz kirin.