Operasyona Şengalê li gundan dewam dike
Navenda bajarê Şengalê duh ji aliyê hêzên azadiyê ve hat rizgarkirin. Hêzên azadiyê niha jî li gundan dest bi pêngava rizgariyê kirin.

Navenda bajarê Şengalê duh ji aliyê hêzên YBŞ-YPJ Şengal, gerîlayên HPG-YJA Star û pêşmergeyan ve hat azadkirin. Mîna daxuyaniyên duh hatin dayîn, operasyona azadkirinê ji 8'ê Cotmehê û vir ve dewam dike. Piştî azadkirina navenda Şengalê, ji bo rizgarkirina gundên li derdorê pêngav hat destpêkirin.
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal û gerîlayên HPG û YJA Starê, danê vê sibeyê ji gelê Şîlo yê li rojavayê Şengalê ye, ber bi navenda Şengalê ve dest bi pêngavekê kirin. Bi vê pêngavê re tê xwestin ku gundên di navbera geliyê Şîlo û navenda Şengalê bên rizgarkirin.
Geliyê Şîlo di operasyona 8'ê Cotmehê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin.