Polîsan li Nisêbînê 3 ciwan gulebaran kirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê beriya qedexeya derketina kolanan ku saet 21.00’ê wê destpê bike, ji wesayîta polîsan 3 ciwanên diçûn malên xwe hatin gulebarankirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê beriya qedexeya derketina kolanan ku saet 21.00’ê wê destpê bike, ji wesayîta polîsan 3 ciwanên diçûn malên xwe hatin gulebarankirin.

Sê ciwanên li Taxa Firat a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê diçûn malên xwe ji wesayîta polîsan a zirxî ya bi navê ûral hatin gulebarankirin. Kêliya ku polîsan ciwan gulebaran kirin ji aliyê kamerayên me ve hat kişandin. Piştî êrîşê gelek wesayîtên zirxî û ambulans sewqî taxê kirin.