Careke din li Nisêbînê qedexeya kolanan hate îlankirin

Li navçeya Nisêbînê li 15 taxan qedexeya kolanan a îşev saet 21.00'an destpê dike û heta fermaneke duyemîn wê berdewam bike hate îlankirin.

Li navçeya Nisêbînê li 15 taxan qedexeya kolanan a îşev saet 21.00'an  destpê dike û heta fermaneke duyemîn wê berdewam bike hate îlankirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qeymeqamtiya Nisêbînê ve hate dayîn de hate gotin ku ji ber zêdebûne "bûyerên terorê" li 15 taxên navçeyê qedexeya kolanan hatiye îlankirin û qedexe bi şev saet di 21.00'an de destpê dike û heta fermaneke duyemîn wê berdewam bike.

Li navçeyê di 1'ê Cotmehê de qedexe hatibû îlankirin û 6 rojan berdewam kiribû. Di dema qedexeyê de welatiyên bi navê Ahmet Sonmez û Şahîn Tûran hatibûn qetilkirin.