Li Farqînê polîsan êrîşî hiqûqnasan kirin
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser 200 hiqûqnasên ji bo li Farqînê terora dewletê şermezar bikin hatin navçeyê.
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser 200 hiqûqnasên ji bo li Farqînê terora dewletê şermezar bikin hatin navçeyê.
Ji bo qedexeya kolanan û terora dewletê ya li Farqînê şermezar bikin ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê, nêzî 200 endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê hatin navçeyê. Hiqûqnas ji bo dorpêçê bişkînin ber bi taxên qedexekirî ve ketin meşê. Polîsên Tirk li ser Cadeya Amedê bêyî ti hişyariya bikin bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî hiqûqnasan kirin.
