KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevserokê KNK'ê Raşîd: Divê Kurd li her çar parçeyan rabe ser xwe
Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd bibîr xist ku dewleta Tirk li Farqînê mirovên sivîl qetil dike û destnîşan kir, ku divê her kes li dijî vê yekê derkeve. -
Ciwanan ji bo Farqîn û Ocalan çalakî pêk anîn
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û li bajarê Fransa Marsîlyayê, ciwanan terora dewletê ya li Farqînê protestokirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
'Em mizgîniyê didin gelê xwe ku em ê Şengalê azad bikin'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal destnîşan kir ku ew mizgîniyê didin hemû Êzidiyan ku ew ê Şengalê azad bikin. -
Mazlûm Şengal: Me dest bi Pêngava Azadkirina Şengalê kirin - HAT NÛKIRIN
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir ku wan Pêngava Azadkirina Şengalê dane destpêkirin û destnîşan kir ku hêzên HPG, YJA Star, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzidxan destekê didin pêngava YBŞ'ê. -
Operasyona azadkirina Şengalê destpê kir
Hêzên HPG,YJA-Star, YBŞ, YPJ-Şengal dest bi operasyoneke berfireh a azadkirina Şengalê kirin. -
Însiyatîfa Gel banga berxwedana topyekûn kir
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Tirkiyeyê, li hemberî polîtîkayên faşîst ên hikûmeta AKP’ê banga berxwedana topyekûn li hemû beşên demokratîk kir. -
Li Farqînê TIR û kepçeyek bi palet hatin şewitandin
Li Farqînê li hember hewldanên komkujiyê berxwedan didome, TIR û kepçeyek bi palet hatin şewitandin. -
Şervanê YPG’ê Cûdî ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilkerîm Abû Bekir (Cûdî Qamişlo) yê li herêma Holê di pevçûnên dawiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. -
Heyeta HDP’ê li Farqînê ye: Li cihê êrîşê birîndar hene
Heyeta HDP’ê ya hat Farqîna ku hewldanên komkujiyê lê didome, ber bi taxa qedexeya kolanan lê heye ket meşê. Lê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya girseyê girtin û destûra derbasbûnê nedan. -
Pevçûnên li Farqînê li navenda navçeyê belav bûn
Li Farqînê di navbera ciwanên ku êrîş û qedexeya derketina kolanan protesto kirin û polîsan de pevçûnan destpê kir. -
Li Colemêrgê êrîşa polîsan: 2 parlamenter birîndar bûn
Li Colemêrgê polîsan êrîş birin ser xwendekarên zanîngehê yên terora dewletê ya li Farqînê şermezar kirin. Di êrîşê de parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Abdullah Zeydan birîndar bûn. -
Xwarziyê Ocalan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Huseyîn Yildirim ê li Awûstûrya jiyana xwe ji dest da, li Xelfetiyê bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. -
Nasnameyên 3 şervanên azadiyê hatin aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Pêşdeçûna hêzên HSD’ê didome
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Heqil Tişrîn ji çeteyan rizgar kirin. -
Parlamentera HDP'ê Başaran: Bombeyan li derdora me dibarînin
Ji taxên Farqînê yên hatine dorpêçkirin û rastî êrîşan tên, agahiyên zelal nayên bidestxistin. -
Li Şengalê 5 gund hatin azadkirin, gelek çete hatin kuştin
Operasyona hêzên YBŞ/YPJ Şengal a li Geliyê Şîlo bênavber dewam dike. Di operasyona li navbera Şengal û Xatûnê de 5 gund hatin azadkirin û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em li dora berxwedana Farqînê bicivin
Însiyatîfa Gel terora dewletê bibîr xist û got, "Berxwedana îro li Farqînê derdikeve pêş û gav bi gav li Kurdistanê deng vedide, helwesta herî bi rûmet a gelê me ye ku ti carî wê dest jê bernede." -
HPG: Li Farqînê 10 tîmên taybet hatin kuştin
Ji bo bîranîna gerîla û ciwanên li Pîran û Farqînê jiyana xwe ji dest dan, li nêzî gundê Başkinê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 10 tîmên taybet hatin kuştin, 7 jê giran 21 leşker birîndar bûn. -
Çeteyên êrîşî Silûkê kirin derb xwarin
Hêzên YPG/YPJ'ê, derbek giran li çeteyên êrîşî gundê Hûmeyra yê Silûkê kirin, xistin. Cenazeyên 7 çeteyan li vê derê ket destê şervanên YPG/YPJ'ê. -
Heyeta HDP'ê ji Amedê berê xwe da Farqînê
Heyeta HDP û DBP'ê ku di nav de parlamenter jî hene, tevî gelek welatiyan ji bo dorpêçiya li Farqînê bişikîne, ket ser rê. -
Ji bo mîtînga li Fransayê banga tevlîbûnê
Tevgera Jinên Kurd li Fransayê û Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F), li dijî terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê banga lidarxistina çalakiyan kirin. -
Kişanak: Ji bo jinên rastî tundiyê tên em ê 24 saetan xizmetê bidin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi alîkariya şaredariyên navçeyên Amedê û saziyên jinan Îstasyona Alîkariya Lezgîn a li dijî tundiya li hember jinan vekir. -
Li Silopiyayê gel heta danê sibehê nobed girt
Li Silopiyayê, ji ber êrîşa bombeyî ya polîsên Tirk gelek malan zerara madî dîtin. Kurdistaniyan jî li hemberî êrîşên gengaz tevahiya şevê nobed girtin. -
Gelê Farqînê: Li dijî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin, em ê vê derê neterikînin
Şêniyên taxa Mescîtê ku yek ji sê taxên Farqînê yên rastî êrîşên giran ên hêzên çekdar ên Tirk tê gotin, "Em ê xwe venekişînin. Ev der xaka me ye. Bila dewlet xwe vekişîne." -
MŞD: Asayîşa PDK'ê gefê li Êzidiyên li kampa Akrê dixwe
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ragihand, ku Şengaliyên li gelek kampên Başûrê Kurdistanê di nava zehmetiyên mezin de dijîn dixwazin vegerin herêmên Şengalê yên di bin kontrola YBŞ'ê de, lê rastî astengiya asayîşa PDK'ê tên.