Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li dijî hêzên taybet ên AKP'ê yên bi komkujiyan êrîşî gel dikin, di 10'ê Mijdarê saet di 15:45'an de li nêzî gundê Başkinê yê navbera Amed û Farqînê de, li dijî konvoyeke leşkerî ya amadekariya êrîşeke nû dikir, çalakiyeke sabotajê ya bersivdayînê hatiye lidarxistin.
HPG'ê got, "Di vê çalakiyê de otobus bi temamî hatiye îmhakirin; li gorî çavkaniyên herêmî 10 tîmên tevgera taybet hatine kuştin, 7 jê giran 21 leşker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li navçeya Pîranê şehîd ketin û ciwanên li Farqînê şehîd ketin, hatiye lidarxistin."
HPG'ê wekî din ragihand ku îro saet di navbera 05:00-05:30 de qereqola Bilicanê ya li ser sînorê herêma Zapê ye, obus avêtiye gundê Kînyaniş, qadên Şamkê û Kanî Masî.
HPG'ê da xuyakirin ku 10'ê Mijdarê saet di navbera 13:00-15:00 û 11'ê Mijdarê saet di navbera 04:00-09:30 de pegerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane û keşif kirine.