Ji bo mîtînga li Fransayê banga tevlîbûnê
Tevgera Jinên Kurd li Fransayê û Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F), li dijî terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê banga lidarxistina çalakiyan kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku Erdogan û AKP ên bi komkomkujiyên hovane re hilbijartin qezenc kirin, Kurdistan veguherandine gola xwînê.
Di daxuyaniyê de bal hat kiişandin ser hewldanên komkujiyên mezin ên li bajarên Kurdistanê bi taybetî li Farqîn, Cizîr û Geverê û hat gotin, "Di vê rewşa kaos û terorê ya ku hatiye afirandin de, bajarên Kurdistanê veguherandine cihê dojehê. Bi tîmên taybet ên kuştinê re, bi dehan ciwanên Kurd bi xwînxwarî qetil kirin."
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji bo komkujiya bi rojane li Kurdistanê tê kirin were rawestandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, xwedî li gelê Kurdistanê yê berxwedêr bê derketin em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe yên li Parîsê dijîn dikin ku roja Şemiyê beşdarî meş û mîtîngê bibin."
Çalakî wê 14'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 15:00 de li Gare de l'est pêk were.