Ciwanan ji bo Farqîn û Ocalan çalakî pêk anîn

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û li bajarê Fransa Marsîlyayê, ciwanan terora dewletê ya li Farqînê protestokirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Komek ji jinan li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê civiyan û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk li Farqînê dike, protesto kirin. Ciwanan berxwedana xwerêveberiyê ya li Farqînê silav kirin û banga destekkirina berxwedanê li her kesî kirin.

Di çalakiya li navenda bajêr de gelek belavok li ser mijarê hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Komek ji ciwanên Kurd li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin. Stand wê heta roja Înê vekirî be. Ciwan li vê derê belavokên ji parêznameyên Ocalan hatine amadekirin belav dikin. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî" li ber standê vekirin. Çalakgeran her wiha bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên dema dawî li Kurdistanê giran kiriye û banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî kirin.

...