Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em li dora berxwedana Farqînê bicivin

Însiyatîfa Gel terora dewletê bibîr xist û got, "Berxwedana îro li Farqînê derdikeve pêş û gav bi gav li Kurdistanê deng vedide, helwesta herî bi rûmet a gelê me ye ku ti carî wê dest jê bernede."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, berxwedana gelê Farqînê weke helwesteke hêjayî pesindayînê bi nav kir. Însiyatîfa Gel got, "Berxwedana îro li Farqînê derdikeve pêş û gav bi gav li Kurdistanê deng vedide, helwesta herî bi rûmet a gelê me ye ku ti carî wê dest jê bernede."

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, der barê terora dewletê û berxwedana gel a li Farqînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kurdistanê işareta destpêkê ya konsepta tinekirina topyekûn a faşîzma AKP piştî hilbijartinê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, li Farqînê xwe daye der. Armanca êrîşên li Farqînê tê dîtin û tê xwestin li Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê jî bên dijwarkirin, tinekirina vîna jiyana azad û xwerêveberiyên ji aliyê gelê me ve hatine îlankirin e."

Însiyatîfa Gel êrîşên AKP'ê bibîr xist û da zanîn ku êrîş wê di dema pêş de zêde bibin û divê berxwedana li hemberî vê jî bê mezinkirin.

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi vî rengî dewam kir:

"Ev êrîşên AKP'ê ku bi tank, top û çekên giran tên kirin, işaretên destpêkê yên komkujiyan e ku gelê Kurd ne xerîbê wan e. Xuya ye ev êrîş wê gav bi gav bêhtir bêeman bibin û li hemberî tevahiya nirxên însanî û demokratîk werin kirin. AKP xwe dispêre encamên hilbijartinê û dixwaze bi xwînê careke din Kurdistanê dagir bike.

BERXWEDANA GELÊ ME HÊJAYÎ PESINDAYÎNÊ YE

Berxwedana gelê me ya li hemberî van hemûyan, hêjayî pesindayînê ye û li dîroka xwe tê. Paşeroja 40 salên dawî beriya her tiştî îspata wê yekê ye ku Kurd beriya her tiştî di berxwedanê de bi heybet in. Berxwedana îro li Farqînê derdikeve pêş û gav bi gav li Kurdistanê deng vedide, helwesta herî bi rûmet a gelê me ye ku ti carî wê dest jê bernede.

Li hemberî van êrîşan ya ku divê kirin ew e; hemû Kurdistan li dora Farqînê û herêmên me yên din ên berxwedanê bicivin. Dem hatiye ku tevahiya Kurdistan hemû bi hev re tevlî vê berxwedana bi heybet bibe û berxwedanê bi ser bixîne. Di serî de Kurdistan divê rojeva yekane û sereke ya hemû parçeyên Kurdistanê, dostên demokratîk, gelên bira û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, berxwedan be. Mîna ku gelê me weke dirûşmeyekê rave dike; li dijî rastiya AKP'ê ya bûye DAIŞ, bi rastiya Kurdistana bûye Kobanê re divê berxwedana topyekûn bê meşandin.

BANGA KOMBÛNA LI DORA BERXWEDANA FARQÎNÊ

Li ser vê bingehê, li ku dijîn bila bijîn em bang li tevahiya Kurdistaniyan dikin ku li dora Farqînê bicivin, xwerêveberiyê înşa bikin, li ser vê bingehê li ber xwe bidin û em bang li hemû dost, raya giştî ya demokratîk û gelên bira dikin ku vê zilm û komkujiya li Kurdistanê tê kirin bibînin û li dora daxwazên mafdar ên gelê me bicivin."