Heyeta HDP'ê ji Amedê berê xwe da Farqînê

Heyeta HDP û DBP'ê ku di nav de parlamenter jî hene, tevî gelek welatiyan ji bo dorpêçiya li Farqînê bişikîne, ket ser rê.

Di roja 9. a rewşa awarte ya li Farqînê de, bi êrîşên ji hewa û erdê ve, hewldanên komkujiyê yên li hemberî gel dewam dikin.

Heyeta HDP û DBP'ê, ku di nav de Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Balûken, Altan Tan, Îmam Taşçier û Mahmût Togrûl jî hene, tevî gelek welatiyan, ji bo sekinandina êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî Farqînê, berê xwe da Farqînê.

Heyet tevî gel li ber avahiya Şaredariya Farqînê civiya û diyar kir ku ew ê hewl bidin xwe bigihînin taxên êrîş û qedexeya derketina derve lê heye.