Hevserokê KNK'ê Raşîd: Divê Kurd li her çar parçeyan rabe ser xwe
Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd bibîr xist ku dewleta Tirk li Farqînê mirovên sivîl qetil dike û destnîşan kir, ku divê her kes li dijî vê yekê derkeve.
Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd bibîr xist ku dewleta Tirk li Farqînê mirovên sivîl qetil dike û destnîşan kir, ku divê her kes li dijî vê yekê derkeve.
Raşîd got, "Di serî de li Başûrê Kurdistanê, Kurdên li her derê divê li dijî vê komkujiyê rabin ser xwe."
Nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li navçeya Amed Farqînê dike, mezin zêde dibin. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rebwar Raşîd êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Farqînê bi têkçûna AKP'e ya 7'ê Hezîranê re girê da û got, "AKP ji serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê aciz bû. Ji ber vê yekê li hemberî Kurdan dest bi şer kir. Ji ber ku astengiya yekane ya li pêşiya xeyalên xwe yen serokatiyê, Kurd dît. Lewma piştî hilbijartinê li dijî Kurdan şerekî hov ê topyekûn da destpêkirin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê li gelek herêman operasyonên leşkerî pêk anî. Bi sedan balafirên xwe re çiyayên Kurdistanê bombe kir. Bi vê yekê re xwest Kurdan bitirsîne û teslîm bigire."
'HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊDENG E'
Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd bibîr xist ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP ên nikarin serketina Kurdan a li Rojhilata Navîn hezm bikin, êrîşî Kurdan dikin û ev nirxandin kir: "Êrîşên îro li hemberî bajarên Kurdan tên kirin, ne kêmî yên salên 1990'î ne. Ji wan bêhtir hovane û zalimane ne. Ya ku li Farqînê tê kirin, beriya niha li Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û Geverê hat kirin. Ev tişta AKP dike ne însanî ne jî exlaqî ye. Erdogan û Davûtoglû dixwazin hêza dewletê nîşanî Kurdan bidin. Divê Kurd li hemberî vê bêdeng nemînin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî bi zimanekî tund rexne dikim. Bi xemsarî nêzî rewşa li Farqîn, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê dibin. Gelên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hişyar û berpirsyar e, dilê xwe bi Farqînê re ye. Lê belê partiyên siyasî xemsar in û bêdeng in. Heta niha daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Her çend li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî hebin jî, divê li hemberî bûyerên li Farqînê diqewimin, derkevin. Wezîrê Karên Derve yê Tirk li Hewlêrê got, 'PKK terorîst e', lê kesî negot, 'Li Farqînê çi diqewime, dewlet çima Kurdan dikuje'. Ev şermeke gelekî mezin e."
'BANGA LI WELATÊN EWROPAYÊ'
Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd bang li gelê Kurdistanê jî kir û got, "Divê gelê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rabe ser xwe. Dakeve kolanan, dewleta Tirk protesto bikin û piştgiriyê bidin Farqînê. Girîng e li her devera Kurd lê dijîn îro çalakî bên lidarxistin. Divê feraseta qetlîamker a dewleta Tirk were şermezarkirin."
Raşîd di dewama axaftina xwe de bêdengiya welatên Ewropayê jî rexne kir û ji wan xwest, ku ji bo dawî li komkujî û êrîşan bê anîn, zextê li dewleta Tirk bikin.