Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilkerîm Abû Bekir (Cûdî Qamişlo) yê li herêma Holê di pevçûnên dawiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.
Bi armanca oxirkirinê bi sedan welatiyên Qamişlo, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, malbata şervanê YPG’ê Cûdî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Serokê Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Cîgirê Serokê Desteya Tendirustiyê Silêman Ehmed pêk dihatin, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî li pêşiya Mala Gel a Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.
Girseya ku wêneyên şervanê YPG’ê Cûdî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hilgirt, dirûşmên “Şehîd namirin” û yên dilsoziya bi HSD’ê re qîriya, cenaze li vir wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ket rê.
Dema ku girseya gel gihişt goristanê, cenazeyê şervanê YPG’ê gul û birincê ji aliyê dayikên têkoşeran ve hat pêşwazîkirin.
Li vir şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre Serokê Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, li ser navê TEV-DEM’ê Sekreterê Partiya Aştî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Telal Mihemed, Fermandara YPJ’ê Evîndar Amed axivî.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şervanê YPG’ê Cûdî û hemû gelê Rojava re xwestin û diyar kirin ku destketiyên Rojava bi saya têkoşerên ku ji bo parastina gelên herêmê canê xwe feda kirine, hatine bidestxistin.
Axaftvanan bang li hemû welatiyên herêmê kirin ku li dora hêzên ku herêmê diparêzin kom bibin û destketiyên ku bi saya xwîna têkoşeran hatine bidestxistin, biparêzin.
Piştre wesîqeya şehadeta şervanê YPG’ê Cûdî hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî bi tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate definkirin.