Li Silopiyayê gel heta danê sibehê nobed girt
Li Silopiyayê, ji ber êrîşa bombeyî ya polîsên Tirk gelek malan zerara madî dîtin. Kurdistaniyan jî li hemberî êrîşên gengaz tevahiya şevê nobed girtin.
Li Silopiyayê, ji ber êrîşa bombeyî ya polîsên Tirk gelek malan zerara madî dîtin. Kurdistaniyan jî li hemberî êrîşên gengaz tevahiya şevê nobed girtin.
Li taxa Şehît Harûn Boy a Navçeya Silopiyayê, dema wesayîta polîsan a zirxî derbas dibû û teqîn pêk hat, polîsan ji wesayîtên zirxî gule li xaniyan reşandin. Di êrîşa polîsan de gelek xaniyên welatiyan zerar dîtin. Welatiyên taxê jî li dijî êrîşên polîsan heta serê sibehê li kolanan nobed girtin.
Li taxa Barbarosê li pêş buroya Venêrtina Buroya Trafîkê jî polîsan roket avêt taxê û gelek xaniyan zerar dît. Di xaniyên ku guleyên roketê lê ketin de zarok û mezin jî hebûn. Welatiya ku bombe li xaniyê wê ket Lale Tekîn diyar kir ku li malê zarok jî hebûn û wiha got: "Dewlet û polîs bi ti awayî nikarin me têk bibin."