Însiyatîfa Gel banga berxwedana topyekûn kir
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Tirkiyeyê, li hemberî polîtîkayên faşîst ên hikûmeta AKP’ê banga berxwedana topyekûn li hemû beşên demokratîk kir.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Tirkiyeyê, li hemberî polîtîkayên faşîst ên hikûmeta AKP’ê banga berxwedana topyekûn li hemû beşên demokratîk kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hikûmeta AKP’ê polîtîkayên faşîst ku kûr dike û didomîne û berxwedana xwerêveberiyan a li hember vê hat silavkirin. Însiyatîfê got ku pêwîst e li her cihî heman helwest bê nîşandan.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Faşîzma Qesr –AKP’ê ya ketiye pêvajoya belavbûn û tinebûnê bi tifaqa ku bi dewleta terorê re wek yekane rêya di dest de maye armanca tasfiyekirina gelê Kurd û îradeya wê, her roja diçe vala derdikeve. Li hemberî hewldanên komkujiyê yên di serî de li Farqîn û tevayî Kurdistanê tên pêşxistin, ji îro û şûn ve berxwedana gelê me bi îradeya xwe pêş dixe bi Kurdistanê re li Tirkiyeyê jî ji bo pêş bikeve wek wezîfeyekê li pêşiya me disekine.
Ev êrîşên îmhaya topyekûn ên li hemberî îradeya jiyana azad a gelê Kurd, me dît ku bi Pirsûsê destpê kir û bi komkujiya Enqereyê li hember îradeya jiyana azad a gelên Tirkiyeyê ye jî. Gelê me yê Kurd ê li metropolên Tirkiyeyê dijî li hember vê konsepta îmhayê ya topyekûn pêwîst e berxwedanek topyekûn pêş bixe û di şerê îradeyê de divê li Kurdistanê bi xwe rolekê bigire.
Li hember van êrîşan em bang dikin ku di serî de Stenbol li tevahî metropolên Tirkiyeyê, xwedî li berxwedana Farqînê derkevin û li her cihî îradeyek jiyana azad derxin holê, konsepta îmhayê û tifaqên qirêj ên li derdora wê hatine avakirin parçe bikin, dersekê bidin faşîzma Qesrê-AKP’ê ku li hember demokratîkbûna Tirkiyeyê astengiyên herî mezin in.
Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê xwe yê li bajarên Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin tevahî çalakiyên girseyî yên demokratîk, bi hêzên şoreşger-demokratîk-sosyalîst ên Tirkiyeyê re mil bi mil bisekinin, dest bi pêvajoya serhildanan bikin, li derdora daxwazên rewa yên gelê me bibin yek û berxwedanek topyekûn pêş bixin.”