Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir ku wan Pêngava Azadkirina Şengalê dane destpêkirin û destnîşan kir ku hêzên HPG û YJA Starê destekê didin pêngava YBŞ'ê. Şengal anî ziman ku ji bo pêngavê wan bang li gelek hêzan kirine, hêzên HPG YJA Star, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzidxan piştgiriyê didin operasyonê.
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal Pêngava Azadkirina Şengalê nirxand. Şengal anî ziman ku ji bo azadkirina tevahiya Şengalê wan dest bi pêngaveke mezin kirine û destnîşan kir, ku ew ketine nava pêvajoyeke nû.
Şengal got, "Di rojên ewçend dîrokî de weke YBŞ me Pêngava Şengalê îro dan destpêkirin. Em mizgîniya pêngava azadkirina Şengalê didin tevahiya gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî. Weke ku tê zanîn me di 19'ê Kanûna par de li navenda Şengalê û derdora wê operasyonek dan destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de me 2 taxên li navenda Şengalê û girên li derdorê azad kirin. Îro jî ji bo azadkirina tevahiya Şengalê me dest bi pêngaveke mezin kirin û em ketin nava pêvajoyeke nû."
Şengal da xuyakirin ku azadkirina Şengalê ji bo wan deynek e û anî ziman ku bi vê operasyonê re ew ê deynê xwe bidin. Şengal got, "Weke ku tê zanîn di 8'ê Cotmehê de me dest bi pêngava Şîlo kirin. Ev pêngav hîmê destpêkê yê pêngava Azadkirina Şengalê bû. Hîmê duyemîn jî pêngava azadkirian navenda bajarê Şengalê ye. Pêngava me ya sêyemîn jî wê azadkirian derdor û gundên Şengalê be. Em ji niha ve mizgîniya vê didin gelê xwe. Em bawerin ku gelê me wê vê coş û kêfxweşiyê bijî. Û ti carî van rojan ji bîr neke."
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku weke YBŞ ji bo azadkirina Şengalê wan bang li gelek hêzan kirine û ragihand ku hêzên HPG YJA Star, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzidxan piştgiriyê didin wan. Şengal got, "Weke YBŞ ji bo azadkirina Şengalê me bang li gelek hêzan kirin. Hêzên HPG, YJA Star, HPŞ û Fermandariya Hevpar a Êzidxan bersiv dan banga wan. Ji ber desteka xwe em spasiyên xwe li van hêzan dikin. Tevî vê yekê em li bendê ne ku hêzên koalîsyonê destekê bidin Pêngava me ya Azadkirina Şengalê. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de, kê berdêl di têkoşîna ji bo Şengalê de dabe, wê destekê bide wan. Di vê çarçoveyê de ji tevahiya gelê me û hevrêyên me re serketinê dixwazim, silavên xwe pêşkêş dikim."