Heyeta HDP’ê li Farqînê ye: Li cihê êrîşê birîndar hene

Heyeta HDP’ê ya hat Farqîna ku hewldanên komkujiyê lê didome, ber bi taxa qedexeya kolanan lê heye ket meşê. Lê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya girseyê girtin û destûra derbasbûnê nedan.

Heyeta HDP’ê hat Farqîna ku hewldanên komkujiyê lê didome, ber bi taxa qedexeya kolanan lê heye ket meşê. Lê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya girseyê girtin û destûra derbasbûnê nedan.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken got: “Li Farqînê dijmin tineye. Li taxên qedexekirî birîndar hene. Divê tavilê birîndar ji cihên ku êrîş lê hene bên derxistin. Ev pirsgirêk bi qedexeyên kolanan ên 9 rojan çareser nabin. Pêwîst e tavilê rêyên diyalogê bên vekirin.”

Di 9. roja êrîşên hewayî û bejahî yên pêkanînên rêveberiya awarte, li Farqînê li hember gel hewldanên komkujiyê jî didomin. Parlamenterên HDP’ê Îdrîs Balûken, Altan Tan, Îmam Taşçier, Mahmût Togrûl, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Kadrî Yildirim, rêveberên DBP’e û HDP’ê jî di nav de gelek kes ber bi taxa qedexe lê didome meşiyan. Girse li pêşiya şaredariyê kom bû, ser Cadeya Diyarbakir bi dirûşma, “Bijî berxwedana Farqînê” ket meşê. Girse hat heta Cadeya Gazî li vir pêşiya girseyê bi wesayîtên zirxî û hêzên artêşa Tirk hat girtin.

LI CIHÊ ÊRÎŞÊ BIRÎNDAR HENE

Polîsan destûr nedan meşa girseyê li ser vê jî Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim û Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Balûken ji rayedarê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Farqînê wezîfedar re wiha got: “Li Farqînê dijmin tineye. Li taxên qedexekirî birîndar hene. Divê tavilê birîndar ji cihên ku êrîş lê hene bên derxistin. Ev pirsgirêk bi qedexeyên kolanan ên 9 rojan çareser nabin. Pêwîst e tavilê rêyên diyalogê bên vekirin.” Polîs jî wiha got: “Sekinandina operasyona ne di destê min de ye.”

Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim li hember helwesta amirê emniyetê û dorpêça polîsan bertek nîşan da û wiha got: “Ji bo eşqa Qesrê nasnameya xwe qurban nekin. Tiştekî hûn pê ne bawer nekin.”

‘BES E HÛN SIVÎLAN DIKUJIN’

Jinek di nav girseyê piştî polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya wan girt bertek nîşanî polîsan da û berteka xwe wiha anî ziman: “Bes e hûn sivîlan dikujin, rê vekin em ê derbas bin.” Bi axaftina xwe meşiya ser polîsan. Her wiha welatiyekî ragihand ku ji bav û malbata xwe ya Taxa Mescîtê nikare agahiyê bigire û meşiya ser polîsan, “Min jî bikujin. Heta hûn min nekujin ez ji vir venaqetim. An min jî bikujin an jî berdin ez biçim taxê.”

Ji hevdîtina ti encam derneket, li ser vê girse careke din vegeriya Şaredariya Farqînê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim û Altan Tan der barê bûyeran ji bo agahiyan ji Qeymeqamê Farqînê bigirin derbasî qeymeqamtiyê bûn.

Her wiha, êrîşên sibehê destpê kir hê jî didomin. Bikaranîna topan û êrîşên çekên giran bi dijwarî didome.