Li Şengalê 5 gund hatin azadkirin, gelek çete hatin kuştin

Operasyona hêzên YBŞ/YPJ Şengal a li Geliyê Şîlo bênavber dewam dike. Di operasyona li navbera Şengal û Xatûnê de 5 gund hatin azadkirin û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di operasyona hêzên YBŞ/YPJ Şengal a 8'ê Cotmehê bi desteka gerîlayên HPG/YJA Starê li Geliyê Şîlo hat destpêkirin de, derbên giran li çeteyan tên xistin. Di çarçoveya van operasyonan de roja 31'ê Cotmehê li rjoavayê Şengalê di navbera Şengal û Xatûnê de pêngavek hat destpêkirin. Di encama vê pêngavê de gundên Faw, Zeko, Mûcûlî, Sihêl, Bîrkasim ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û hatin azadkirin.

Di şerê li vê operasyonê rû da de gelek çete hatin ukştin, cenazeyên 11 çeteyan ketin destê hêzên YBŞ'ê. Hêzên YBŞ'ê di operasyonê de her wiha 1 çeka doçka ya 14,5, 1 çeka doçka ya 12,5, 2 çekên BKC, 2 çekên B-7 roketavêj, 7 kalaşnîkov, 1 wesayîteke bombebarkirî, 3 motorsîklet û 500 mayîn desteser kirin.

Di operasyonê de gerîlayê HPG'ê Şervan Rojhilat ê ku nasnameya wî beriya niha ji aliyê HPG'ê ev hatibû aşkerakirin, jiyana xwe ji dest da, şervanekî YBŞ'ê jî birîndar bû.

Di operasyona li rojavayê Şengalê de herêmeke berfireh ji çeteyan hat paqijkirin û azadkirin. Hat ragihandin ku operasyon wê ber bi Şengalê ve dewam bike.

...