Li Farqînê TIR û kepçeyek bi palet hatin şewitandin

Li Farqînê li hember hewldanên komkujiyê berxwedan didome, TIR û kepçeyek bi palet hatin şewitandin.

Li navçeya Amed, Farqînê hewldanên komkujiyê bi êrîşên hewayî û bejahî didomin. Li ser Cadeya Diyarbakir a Taxa Baglar a Farqînê komek berxwedêr TIR û kepçeyek bi palet şewitandin. Piştî wesayît hatin şewitandin polîs û tîmên taybet hatin cihê bûyerê û bi guleyên rastî êrîşî çalakvanan kirin. Li ser vê jî pevçûnê rû da.

TIR û kepçeya bi palet şewitî, gelek wesayîtên zirxî, polîs û TOMA sewqî cihê bûyerê kirin. Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî yên Kobra, Akrep û Ûral hatin cihê bûyerê, rasterast derdora xwe gulebaran kirin, bi çek û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Piştî polîs vekişiyan dengê çekan sekinî, niha li navçeyê bêdengî heye.