Çeteyên êrîşî Silûkê kirin derb xwarin
Hêzên YPG/YPJ'ê, derbek giran li çeteyên êrîşî gundê Hûmeyra yê Silûkê kirin, xistin. Cenazeyên 7 çeteyan li vê derê ket destê şervanên YPG/YPJ'ê.
Hêzên YPG/YPJ'ê, derbek giran li çeteyên êrîşî gundê Hûmeyra yê Silûkê kirin, xistin. Cenazeyên 7 çeteyan li vê derê ket destê şervanên YPG/YPJ'ê.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê îro êrîşî gundê Hûmeyra yê li başûrê bajarokê Silûkê kirine.
Navendê ragihand ku piştî êrîşa saet di 03.00 de destpê kir, li gund û derdora wê heta saet 07:30 şerekî dijwar qewimiye û got, "Di dema şer de çeteyan hewl dan 2 caran êrîşa xwekujiyê bikin, lê di encama tedbîrên hêzên me de her du êrîş hatin pûçkirin. Di vî şerî de cenazeyên 7 çeteyan, 6 kalaşnîkov, 1 BKC, 1 M-16, 10 bombeyên destan û 3 êlekên xwekujiyê ketin destê hêzên me."
YPG'ê diyar kir ku şervanekî wan ê di şikandina êrîşan de roleke girîng lîstiye, jiyana xwe ji dest daye.