Gelê Farqînê: Li dijî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin, em ê vê derê neterikînin

Şêniyên taxa Mescîtê ku yek ji sê taxên Farqînê yên rastî êrîşên giran ên hêzên çekdar ên Tirk tê gotin, "Em ê xwe venekişînin. Ev der xaka me ye. Bila dewlet xwe vekişîne."

Şêniyên taxên Mescît, Tekel û Konak ên Farqînê ku bi rojane li hemberî hemû erîşên hêzên çekdar ên dewleta Tirk tevî qedexeya derketina derve li ber xwe didin, taxên xwe naterikînin.

Ji şêniyên Taxa Mescîtê Zubeyde Bîlge û Hediye-Ahmet Koyûn ji ANF'ê re peyivîn û diyar kirin ku tevî hemû zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin.

'BILA TI KES MALA XWE NETERÎKE, BILA EW JI VIR BIÇIN'

Hediye Bîlge da xuyakirin ku bi rojane zilm li wan tê kirin û got, "Zarokên me qetil dikin. Em vê zilmê lenet dikin. Em dixwazin ev êrîşên li hemberî taxên me êdî biqedin."

Bîlge bang li gel kir û got, "Bila gel sebir û biryardariya xwe winda neke, bila taxên xwe neterikîne. Ev der xaka me ye, ji ber êrîşê divê em vê derê neterikînin. Em ê ti carî dest ji taxên xwe bernedin. Ne hewce ye em bitirsin, bila ew bitirsin. Bila ew ji vê xakê biçin."

Bîlge bal kişand ser zor û zehmetiyên tê kişandin û got, "Me zor û zehmetî kişand, trafoyên me teqandin, nahêlin em biçin ji xwe ra nan û avê bînin. Elektrîka me hatiye qutkirin. Li cem van wijdan û îman nîne."

Bîlge diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê ti carî dest ji berxwedana xwe bernedin û got, "Bi çar zarokên xwe re, pêwîstî pê hebe em ê kon vedin û di bin de bijîn. Lê em ê taxa xwe neterikînin."

Hediye Koyûn a 70 salî got, "Di vê demsala zivistanê de ava me jî nîne" û wiha axivî: "Ev çi zilm e, çima vê zilmê tînin serê me! Mala me, taxa me dorpêç kirine, dagir kirine. Bila êdî dewlet dawî li vê zilma xwe bîne. 

Em li mala xwe ne, nikarin biçin cem kesî, em vê derê naterikînin. Em li mala xwe ne, aştiyê dixwazin. Bila dewlet hurmetê nîşanî biryar ame bide. Bila êrîşî me neke, heqaretê li me neke û zilmê li me neke."

'MÎNA ÊSÎRAN EM DIJÎN!'

Ahmet Koyûncû (70) diyar kir ku bi rojane ew nikarin ji malê derkevin, agahiyan ji xizmên xwe nikarin werbigirin û got, "Şarjê me, şebekeya me qut bûye; elektrîk, av nîne. Zarokên me nikarin xwe bigihînin me. Bi rojane em li vir mîna êsîran dijîn. Lê em ê taxa xwe neterikînin. Bila gelê me destekê bide me, li cem me be. Bila ti kes mala xwe, taxa xwe neterikîne."