Nasnameyên 3 şervanên azadiyê hatin aşkerakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên di operasyona li başûrê Hesekê ya hêzên HSD'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de berxwedana xwe bilind û berdewam dikin. Operesyona ku li başûrê Hesekê tê meşandin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi rêbazekî serketî dewam dike. Di van operesyonan de 3 hevalên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Heval Cudî, Vejîn û Aram bi xwîna xwe jiyanek nû ji me re diafrînin û rêya azadiyê zalal dikin. Em wekî YPG’ê û YPJ’ê her tim soza şopandina xeta berxwedanê didin û em ê dewam bikin."

Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ye:

Nasnav: Aram Amed
Nav û paşnav: Mehmet Bîrgul
Navê dê û bav: Wezîre-Mahmût
Cihê ji dayikbûnê: Bismil
Cih û dema şehadetê: Hesekê-Hol / 04.11.2015

Nasnav: Vejîn Botan
Nav û paşnav: Ozlem Gun
Navê dê û bav: Hanim-Saît
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Cih û dema şehadetê: Hesekê-Hol / 04.11.2015

Nasnav: Cûdî Qamişlo
Nav û paşnav: Abdulkerîm Ebo Bekîr
Navê dê û bav: Xalîda-Abdulrahman
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Hesekê-Hol / 06.11.2015

...