MŞD: Asayîşa PDK'ê gefê li Êzidiyên li kampa Akrê dixwe

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ragihand, ku Şengaliyên li gelek kampên Başûrê Kurdistanê di nava zehmetiyên mezin de dijîn dixwazin vegerin herêmên Şengalê yên di bin kontrola YBŞ'ê de, lê rastî astengiya asayîşa PDK'ê tên.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser zext û zordariya PDK li Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê dikin.

MŞD'ê ragihand ku gelek Şengaliyên li kampa Akrê di bin konên ji naylon de di nava şert û mercên giran de hewl didin bijîn, ji bo di zivistanê de zarokên xwe ji sermayê biparêzin dixwazin vegerin herêmên Şengalê yên di bin parastina YBŞ, YJÊ, YPG û HPG'ê de ne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Asayîşa PDK'ê dest danîne ser nasnameyên van Êzidiyên li kampa Akrê û nahêlin ew li cih û warên xwe vegerin.

MŞD'ê kiryarên PDK'ê şermezar kir û bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê zilm û zordariya PDK'ê bêdeng nemînin.